Aydenîz: PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî 2022-04-27 09:06:31 AMED  -  Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz operasyona ku artêşa tirk bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê daye destpêkirin nirxand. Aydenîz, hevkariya PDK’ê weke “îxanet” pênase kir û wiha got: “PDK bi helwesta xwe zirarê dide yekitiya neteweyî ya gelê kurd.”  Êrişên Tirkiyeyê yên di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê daye destpêkirin, di roja 11’an de berdewam dike.  Li herêmê şerekî dijwar diqewime û ji ber tevlibûna PDK’ê ya şer, li çar aliyên Kurdistanê û li dîasporayê bertekên gelê kurd zêde dibin. Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz tekîldarî şerê ku li herêmê diqewime bi ajansa me re axivî û bang li her kesî kir ku li dijî vê helwesta PDK’ê bertekên xwe nîşan bidin.    Saliha Aydenîz bi lêv kir ku AKP-MHP hebûna xwe di tunebûna kurdan de dibînin û operasyonên li dijî kurdan jî li ser vî esasî dimeşînin. Aydenîz, bi domdarî got ku desthilatdarî dixwaze kurdê azad tune bike û ev tişt anî ziman: “AKP-MHP hewl didin bi vê operasyonê emrê xwe dirêj bikin. Lê herkes dibîne ku deshilata AKP-MHP’ê êdî nikare di hêla siyasî û aborî de tiştekî bide vê civakê. Di heman demê de deshilatdarî dixwaze ku bi polîtîkayên tecrîdê û dijminatiyê ku li ser kurdan dimeşîne bi ser keve. Lê em dîsa dibêjin, çawa ku heta îro ev polîtikayên wan bi ser neketin dê ji vir û şûnde jî bi ser nekevin.”   ‘HEVKARIYA PDK-AKP’Ê DÊ WINDA BIKE’   Aydenîz di axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi AKP-MHP’ê re û ev nirxandin kir: “Bi beşdarkirina PDK’ê dixwazin kurdan tesfiye bikin. Çawa ku deshilatdariya dixwest bi ‘Plana Têkbirinê’ kurdan têk bibe û di dawiyê de ew bi xwe têk çû, PDK jî dê wekî wan têk biçe. Krîza ku Tirkiye dijî, di heman demê de wê PDK jî bijî. Ji ber ku nêzîkatiya PDK jî wekî ya desthilatdariyê ye. Gelê kurd îro van polîtîkayan baş dibîne û li hemberî hevkariya PDK’ê bi bertek e. Partiyeke ku destkeftiyên kurdan neparêze, xuyaye ku wê winda bike.”   ‘SEKNA PDK’Ê ZIRARÊ DIDE YEKITIYA KURDAN’    Bi domdarî Aydenîz daxuyand ku Tirkiye jı bo ku destkeftiyên kurdan tune bike, bi PDK’ê re hevkarî kiriye û ev rewş weke “hewldana tunekirina destkeftiyên kurdan” pênase kir. Aydenîz, diyar kir ku bi salane ji bo yekitiya kurdan dixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di wê rewşa heyî de xebata yekitiya neteweyî jî nayê kirin. PDK bi vî sekna xwe, xwe bi xwe xelas dike. Sekna PDK’ê li pêşiya yekitiya kurdan astengî ye û zirarê dide. Îro yekitiya kurdan bi parastina destkeftiyên kurdan dibe.”   BANG LI HEMÛ KURDAN KIR   Di dawiya axaftina xwe de Aydenîz wiha bang li kurdan kir: “Di serî de gelê Başûr û hemû Kurdistan hewceye ku li hemberî vî şerî û hevpariya PDK’ ê dengê xwe bilind bike. Heke na tenê ne kurd lê hemû Tirkiye û Rojhilata Navîn winda bike. Desthilatdarî dixwaze hemû kurdan qir bike lewma jî divê tu kurd û tu gel vê qirkirinê qebûl neke.”