Beştaş: Desthilata ku nikare krîza navxweyî çareser bike şerekî nû da destpêkirin 2022-04-18 15:21:59   ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, derbarê operasyona li dijî başûrê Kurdistanê de ev tişt got: "Rêya veşartina ser birçîbûn, xizanî, bêkarî û cinayetan xistina dewrê ya polîtîkayên şer e. Sedama vî şerê neçarserkirina krîza navxweyî ye."   Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, li meclisê civîneke çapameniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.    OPERASYONA SERGIRTINA KRÎZÊ   Meral Daniş Beştaş, di civînê de bal kişand ser operasyona ku Artêşa Tirk li dijî başûrê Kurdistanê daye destpêkirin de û derbarê mijarê de ev tişt got: "Îro di rojname û televîzyonan de nûçeyên operasyona li derveyî sînor heye. Weke her cara dîsa 'hildiweşînin, diqedînin û dikujin'. Gelo pirsgirêk hel bû? Pirsgirêka Kurd çareser bû? Me encamên şer ji holê da alî, pergaleke demokratîk hat avakirin? Na. Çi dibe? Niha li hundir kêşek pirsgirêk hene. Rêya veşartina ser birçîbûn, xizanî, bêkarî û cinayetan xistina dewrê ya polîtîkayên şer e. Ji bo ku mirov nefikirin li ser sifreya wan nan nîne operasyonên derveyî sînor dikin dewrê. Ji bo şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê Tirkiye navbeynkariyê dike lê neyartiya kurdan dike û bi polîtîkaya şer îlan dike ku ne qasidê aştiyê ye. Sedama vî şerê neçarserkirina krîza navxweyî ye. Ji bo ser vê bigire operasyonan berdewam dike."   'POLÎTÎKAYA ŞER XESARÊ DIDE HEMÛ GELAN'   Di berdewamê de Beştaş, destnîşan kir ku operasyon û polîtîkaya şer, neyartiya kurdan tenê xesarê nade kurdan û ev tişt anî ziman: "Daxwazên kurdan û têkoşîna wan ji bo hemwelatîbûna azad û wekhev e. Weke herkesî dixwazin li pergaleke demokratîk û makeqanûnî bijîn. Encam şer 84 milyon tev bi hev re dijî. Polîtîkaya şer xwe di bihayên benzîn, firingî, îsot û xwarina zarokan de dide der. Ev polîtîka dide hemû gelan. Weke HDP em li dijî şer timik aştî, diyalox û muzakereyê diparêzin. Em teqez dikarin pirsgirêka kurd û tirkan bi rêya aştiyê çareser bikin. Em dikarin ji hev fêm bikin."   ÊRIŞÊN SER GIRTIYAN Û OPERASYONÊN BINÇAVKIRINÊ   Beştaş, di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser girtiyan û operasyonên binçavkirinê û derbarê mijarê de ev tişt got: "Li ser girtîgehan êrişeke sîstematîk ku berdewam dike û plankirî heye. Hiqûqeke taybet li girtîgehan pêk tê. Îşkence û zext gihîştine asta cinayetan. Girtiyên nexweş yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Weke herkesî mafê wan jî heye ji mafên xwe yên bingehîn sûd werbigirin. Vê polîtîkaya zext û tundiyê bi dawî bikin. Her roj her hefte operasyonan dikin. Vê carê jî bi hinceta hêla madî ya bûyerên Kobanê operasyona kirin û 46 kesan binçavkirin. Li Amedê jî bi hinceta ku tev li Newrozê bûne welatiyan binçav kirin. Feyda van operasyonan ji tu kesî re tuneye."