Sancar: Îktîdarê alîkarî da DAIŞ’ê û me jî da xelkê Kobanê 2022-04-14 14:39:49   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bertek nîşanî opeasyonên li dijî partiya wan da û got: “Desthilatdariyê alîkarî da DAIŞ’ê û me jî alîkarî da kesên li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer dikirin. DAIŞ, têk çû û gelê Kobanê bi ser ket.”    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û hevserokên partiyên pêkhateyan li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Ji ewil Endama Lijneya Rêveber a Navendê ya HDP’ê Sultan Ozcan axivî û got ku ji bo demên pêş nexşerêyekê amade bikin hatina ba hev û hevserokên giştî yên partiyên siyasî vexwend ser dikê.    Piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û da zanîn ku di çarçoveya pêşamadedkariyê serdema nû de ev demeke bi lijneyên peywirdar re civînan li dar dixin. Sancar, axaftina xwe wiha domand: “Niha em bi hevserokên giştî yên partiyên me û berdevkan û di dawiya hefteyê de jî dê bi Meclisa Partiya re rêzecivînên xwe pêk bînin. Em tevgereke siyasî ya xurt in û piştgiriyeke mezin a gel heye. Em ê li gorî vê berpirsyariyê tevbigerin û hewldanên xwe li gorî vê rastiyê bikin.”    ‘DESTHILATDARIYÊ ALÎKARÎ DA DAIŞ’Ê’   Bi domdarî Sancar bal kişand ser binçavkirinên di çarçoveya “lêpirsîna Kobanê” de û wiha got: “Êrişên desthilatdariyê yên li dijî partî û gelê me her ku diçe zêdetir dibin. Doza Kompasê ya Kobanê berdewam dike. Du roj berê jî bi heman hincetê êrişeke nû dan destpêkirin. Sedema wê jî weke alîkariya mirovî ya bi Kobanê re nîşan dan. Vê desthilatdariyê piştgirî da DAIŞ’ê û me jî da xelkê ku li hemberî DAIŞ’ê li Kobanê şer dikir. DAIŞ, têk çû û serkeftin bû para xelkê berxwedêr ê Kobanê.”    ‘BI VÊ OPERASYONÊ DIXWAZIN TOLÊ HILÎNIN’    Di berdewamê de Sancar anî ziman ku ji her çar aliyên cîhanê bo Kobanê alîkarî çû û wiha pê de çû: “Lê vê desthilatdariyê piştgirî da DAIŞ’ê. Ev doz û operasyonên niha jî ji ber hêrs û daxwaza tolhildanê ya wan rojan e. Dê nekarin ji vê hewldanê encamekî bi dest bixin. Em baş di ferqa armancên siyasî yên van êrişan de ne. Bi siyasetê bi me nikarin û li dijî sazûmankirina faşîzmê jî HDP’ê weke astengiya herî mezin dibînin. Mafdar in ji ber ku bi qasî em hebin, dê nekarin vê armanca xwe pêk bînin. Hêza me heye ku em pêşî li vê bigirin û bibin rêya çareseriyê.”   DOZA GIRTINÊ    Sancar, got ku êrişên li dijî partiya wan tên kirin derhiqûqî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îdianame, li Navenda Giştî ya MHP’ê hate amadekirin, li Qesrê teşe danê û bi destê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî şandin Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM). Hema hema AYM’ê bi vekirî got ku dozeke bêbingeh a kompasê ye û îdianame paşve şand. Lê doz didome. Zextekî mezin li AYM’ê dikin. Lewma AYM bi ezmûneke mezin re rû bi rû ye. Em ê bi hemû hêza xwe destê hev bigirin û vê dozê vala derxînin.”    HIQÛQA DIJMINATIYÊ    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi domdarî diyar kir ku Doza Kompasê ya Kobanê, dozeke nerewa ye û ev tişt anî ziman: “Aktorên sereke yên vê dozê çete û mafya ne ku li dijî partî û gelê me dozeke kompasê vekirine. Bi pêla operasyonê ya duyemîn re jî baş xuyabû ku desthilatdarî bi destê rêxistiniyên derhiqûqî, bi hiqûqa dijminatiyê tevdigerin. Em ê di her şert û mercan de partî, siyaset û gelê xwe biparêzin. Hêza me bi têrî vê dike. Bi milyonan kes HDP’ê diparêzin. Lewma ne girînge li kîjan deverên tarî kî çi biryaran didin. Bo me ya girîng, piştgiriya gel e ku di Newroza dawî de bi milyonan kesan weke vîna xwe, xwedî li HDP’ê derket. Dixwazin di şexsê HDP’ê de vîna gel hedef bigirin. Êriş çiqas mezin bin bila bibin dê nekarin fikriyata HDP’ê ji holê rakin.”    ‘DÊ BI RÊYA 3’YEMÎN JI ALOZIYÊ DERKEVIN’    Mîthat Sancar, daxuyand ku Tifaqa Demokrasiyê, biryara wan a konferans û kongreyê ye û ev agahî dan: “Em bi israr in ku Tifaqa Demokrasiyê ewqas berfireh bikin ku hemû derdor tê de cih bigirin. Tekane rêya xelasiya ji krîzên piralî yên Tirkiyeyê, Tifaqa Demokrasiyê, vebijêrka Rêya 3’yemîn û têkoşîna hevpar e. Hilbijartin jî parçeyeke van hevdîtin û nîqaşên me ye. Armanca me ya esasî xurtkirina têkoşîna hevpar e. Em dikarin bibêjin ku heta niha me encamên baş bi dest xistine.”   1’Ê GULANÊ    Sancar, da zanîn ku li gel pêkhateyên din amadekariyên 1’ê Gulanê dikin û wiha derbirî: “Coşa 8’ê Adarê û Newrozê dê di 1’ê Gulanê de li qadan hîn bêhtir olan bide. 1’ê Gulana îsal li gorî yên salên berê hinek cudatir e. Amadekariyên me ew e ku ruhê 8’ê Adar û Newrozê bi ruhê 1’ê Gulanê re bikin yek. Ev hevdîtin ne tenê ji bo hilbijartinan lê dê bibe bingeha avakirina pêşeroja Tirkiyeyê. Em ê bi ruhê 1’ê Gulanê, êrişên li dijî partiya me jî vala derxînin û nîşan bidin bê ka dê pêşeroja Tirkiyeyê li ser kîjan nirxan bê avakirin.”