Koma HDP'ê ya Meclisê nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kir 2022-03-27 13:02:15   ENQERE - Koma HDP'ê ya Meclisê, 2 roj piştî pîrozbahiyên Newrozê bi beşdariya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li hev civiya û geşedanên rojane, siyasî û nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kir.    Koma HDP'ê ya Meclisê, li Stenbolê bi beşdariya Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar civîneke 2 rojan berdewam kir li dar xist. Civîn di navbera 25-26'ê adarê de hat lidarxistin û di civînê de 8'ê Adarê, pîrozbahiyên Newrozê û geşedanên rojane yên siyasî hatin nirxandin. Buroya HDP'ê ya Çapemeniyê derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya sanal parvekirinek kir û ragihand ku Koma HDP'ê ya Meclisê li Stenbolê li hev civiyaye û geşedanên rojane yên siyasî û nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kiriye.