Ji ber navê 'Kurdistanê' fezleke hat amadekirin 2022-03-10 09:13:48 ENQERE - Ji ber navê "Kurdistanê" derbarê Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca de fezleke hat amadekirin.  Ji ber navê "Kurdistanê" derbarê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca de fezleke hat amadekirin.    Ûca, di 12'ê Tîrmeha 2020'î de li Aydinê di çalakiya "Li dijî destdirêjiyê, înfazê, qeyûman têkoşîna jinê li her derî ye" de gotibû "... Me xwest em li Egeyê, Marmarayê, Kurdistanê, li hemû bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê em xwe bigihînin dayikên xwe, xwişkên xwe, hevrêyên xwe..."    Buroya Parlementeran a Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, navê "Kurdistanê" yê di vê axaftinê de wekî sûc hesibandiye û derbarê Ûcayê de fezleke amade kiriye. Fezlekeya hatiye amadekirin ji Serokatiya Meclîsê re hatiye şandin.    'OCALAN DIBÊJE KURDISTAN'   Di fezlekeyê de ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ew dabû destpêkirin û bi biryara nekarbidestiyê ji Enqereyê re hatiye şandin, hatiye derpêşkirin ku peyvên wekî "Kurdistan û bajarên Kurdistanê" "gel ber bi kîn û kerbê û dijminatiyê ve dehf dide."    Di hinceta fezlekeyê de jî wiha hatiye gotin: "Herêmên ku welatiyên me yên bi koka xwe kurd in lê dijîn, ji aliyê Abdullah Ocalan ve wekî Kurdistan hatine binavkirin."    Fezlekeya hatiye amadekirin 5 rûpel e. Du rûpel û nîvê fezlekeyê derbarê PKK'ê û du rûpel jî derbarê parêzbendiyê de ye û nîv rûpela mayî jî ji agahiyên derbarê Ûcayê de, çalakiyên ew tevlê bûne û hevokeke pê tê "sûcdarkirin" pêk tê.    MA / Berîvan Altan