Oluç: Zîhniyeta ku pirsgirêkan ji demê re vedihêle neçarî têkçûnê ye 2022-03-09 10:14:29 ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç diyar kir ku dewlet di mijara pirsgirêka kurd de li gorî kevneşopiya xwe tevdigere û wiha got: “Her tim hewl didin ji demê re vehêlin. Ev stratejiya wan e. Lê ev zîhniyeta ku dibêje; ‘gelo em ê bikarin bi vê stratejiyê 3,5,10 salan paşve bixin’ neçarî têkçûnê ye.”    Di pêvajoya rakirina parêzbendiya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel de xuya bû ku hem desthilatdarî û hem jî partiyên muxalefetê mîna hev difikirin û tevdigerin. Derket holê ku hêj Guzel nebûyî parlamenter, jixwe derheqê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin lê belê piştî weke parlamenter hatiye hilbijartin, ev lêpirsîn heta demekî dirêj hatiye sekinandin. Û bi parvekirina wêneyên Guzel re jî xala nepeniyê hatiye binpêkirin. Hêzên muxalefetê ku sedemên kampanyayê û bêhiqûqiyên heyî jinedîtî ve hatin, li gorî daxwaza desthilatdariyê tevgeriyan.    Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, têkildarî rakirina parêzbendiya Guzel û zîhniyeta li hemberî pirsgirêka kurd ji ajansa me re axivî. Oluç, diyar kir ku dema parastina Guzel dikir, ji bo pirsgirêka kurd gelek mînak dane û wiha domand: “Desthilatdariyê û Erdogan gelek caran digotin; ‘Me pirsgirêka kurd çareser kiriye.’ Lewma min hewl da pirsgirêka kurd li ser du pêvajoyan vebêjim. Yek ji van, tiştên ku em rojane dijîn û ya din jî tiştên li gorî konjektorê diqewimin. Mînak; zarokên bi wesayîtên zirxî hatine kuştin yek ji mînakên qewimînên rojane ne. Ev bûyer ne li bajarên rojava lê tenê li Kurdistanê çêdibin. Qeyûm, malbata Şenyaşar û hwd. jî çend mînakên din in.”   ‘HEMÛ HEWLDAN, PARÇEYEKE PLANA TÊKBIRINÊ NE’   Oluç, anî ziman ku tayînkirina qeyûman, girtina parlamenteran, Doza Kobanê û hêj gelek hewldanên din tevek jî parçeyeke “Plana têkbirinê” ne û wiha domand: “Di tevahiya dîroka komarê de her tim siyaseta înkar, pişaftin û tunekirinê hate meşandin. Bi kurt û kurmancî pirsgirêka kurd hêj berdewam e û kesek nikare bibêje me çareser kiriye.”    STRATEJIYA DEWLETÊ   Di berdewamê de Oluç Darbeya 2’yê Adara 1994’an bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Xwestin dengê kurdan qut bikin. Tehemûla wan nîne ku dengê kurdan bê bihîstin. Mînak; Leyla Zana du peyvên kurdî kirin lê ev jî ranegirtin. Bi kurtasî, dewlet naxwaze di siyaseta demokratîk de dengê kurdan bê bihîstin. Ji bo vê jî serî li her rêbazê dide. Wê demê kîjan partî hebe, bi tesfiyekirina wê partiyê dixwaze dengê wan bi temamî qut bike. Bi vê yekê re dixwazin dem qezenc bikin. Kevneşopiya dewletê wiha ye; ‘Em pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, aştiyane û siyasî çareser nekin. Bi demê re vehêlin. Heke em partiya wan bigirin, dê heta hilbijartineke din bo me dem çêbibe.’ Ev nêzikatî, stratejiya dewletê ye.”   ‘LI DIJÎ JINÊN SIYASETMEDAR HEWLDANEKE TAYBET HEYE’   Bi domdarî Oluç da zanîn ku ji 1478 fezlekeyên hatine meclisê zêdetirî hezar û 200 jê derheqê parlamenterên HDP’ê de ne. Oluç, anî ziman ku hewldaneke taybet jî li dijî parlamenterên jin ên kurd heye û wiha pê de çû: “Tehemûl nakin ku jinên kurd di qada siyasî û civakî de cih bigirin, daxwaza wekheviyê bikin û di rêveberiyên herêmî de cih bigirin. Dixwazin ku jinên kurd li malê rûnin, nexwînin, nenivîsinin. Semra Guzel, dest bi qada siyasetê kiribû û siyasetmedareka zîrek bû. Gund bi gund digeriya û bo civakê dibû mînak. Tehemûla vê rastiyê nekirin. Mirov dikare heman tiştan bo hevalên me Aysel Tugluk, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Ayla Akat û gelek hevalên din jî bibêje. Tehemûla jinên kurd ên siyasetmedar nakin.”    HELWESTA PARTIYÊN MUXALEFETÊ   Sarûhan Oluç, bal kişand ser rewşa Semra Guzel û ev agahî dan: “Roja ku dosya anîn Buroya Lêpirsîna Parlamenteran a Enqereyê heta niha biryara nepeniyê hebû. Heta parêzeran jî nedikariyan bibînin. Lê wêneyên di dosyayê de hatine dizîn û parvekirin. Kampanyaya lînçkirinê jî ji wir û şûnde dest pê kir. Ji bilî Guzel û parêzerê wê kesekî nedikariya li fezlekeyê binêre. Endamên komîsyona Têkel dikarin li dosyayê binêrin. Hinek ji wan ev wêne bi çapemeniyê re parve kirine. Yek du parlamenterên AKP’î twît parve kirin. Nexwe kesekî nedikariya xwe bigihîne wan wêneyan. Anku, qompaseke. Wêne di sala 2017’an de hatine bidestxistin û lêpirsîn hatiye destpêkirin. Heta sala 2019’an jî tiştek nehatiye kirin. Heta ji bo îfadeyê jî bang lê nehatiye kirin. Xwedeyan qurbanek xwest û desthilatdarî û muxalefetê jî bi hev re qurban dan. Ji xwe her tim wiha bûye. Dema mijar bû neheqî û bêhiqûqiyeke li hemberî kurdan, tu ferqa desthilatdarî û muxalefetê ji hev namîne. Partiyên muxalîf li rexekî dibêjin hiqûq nîne, li rexa din jî piştgiriyê didin bêhiqûqiya li parlamenterekî hatiye kirin.”    Têkildarî mutabaqata di navbera 6 partiyên muxalefetê de jî Oluç anî ziman ku gelek kêmasî tê de hene. Oluç, bi domdarî wiha got: “Di wê metna ewqas mezin de tenê yek carî jî navê kurdan an jî elewiyan derbas nabe. Daxwazên kurdan û elewiyan ên weke azadî û wekheviyê hene lê qet behsa wan nehatiye kirin. Bi vê nêzikatiyê nikarin tiştekî bi ser bixin.”   KLÎKA ŞER   Oluç, daxuyand ku di dema Pêvajoya Çareseriyê de du caran derheqê aktorên pêvajoyê de serlêdana sûc hatiye kirin û wiha got: “Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo serlêdana derheqê endamên Şandeya Îmraliyê de biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ da. Her wiha qanûna bi hejmara 6551 hate derxistin. Anku tiştên heyî weke sûc nehatin nîşandan û bi vê yekê re her du hewldan têk çûn. Hinek derdoran wê demê dixwestin Pêvajoya Çareseriyê têk bibin. Di dosyaya ji bo girtina HDP’ê de hinek girtekên Îmraliyê jî hene. Ev jî nîşanî me dide ku ew derdorên wê demê dixwestin pêvajoyê têk bibin, niha jî dixwazin heman tiştî li ser HDP’ê bikin. Heke di doza girtina HDP’ê û Doza Kobanê de bikarin tiştekî bikin, dê aliyê din ê Pêvajoya Çareseriyê jî bikevin rojevê. Meral Akşener, jixwe gotibû; ‘Heke em bibin desthilatdar dê her du aliyên Pêvajoya Çareseriyê bidarizînin.’ Lê bawerim piştre hate hişyarkirin ku êdî dengê xwe nekir. Meral Akşener yek ji wan derdorane lê yên din nizanim. Armanca wan a ji darizandina pêvajoyê jî qezenckirina dem e.”    ‘NEÇARÎ TÊKÇÛNÊ NE’   Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç wiha dawî li axaftina xwe anî: “Stratejiya qezenckirina demê gelek caran hatiye ceribandin. Lê teknolojî pêş ketiye û hûn nikarin gelek mijaran veşêrin. A yekemîn, ev stratejiye êdî ne li gorî dema me ye. Ya duyemîn; gelê kurd li gorî sed salê berê pir bêhtir birêxistinkirî ye û têkoşîneke mezin dide. Çanda wan a têkoşînê û xwebirêxistinkirinê xurttir bûye. Lewma jî em dibêjin ku zîhniyeta bi stratejiya ‘qezenckirina dem’ tevdigere û dibêje; ‘gelo ez ê bikarim vê pirsgirêkê 3,5,10 salan bidim paş’ neçarî têkçûnê ye.”   MA / Bêrîvan Altan