Bi hezaran kes tevli kongreya HDP’ê bûn: Çareserî ne li NATO’yê ye çareserî li cem Ocalan e 2022-03-06 12:57:15 DÎLOK - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di kongreya HDP’ê ya Dîlokê de diyar kir ku AKP bi hevkariya Amerîka û NATO’yê êrişên xwe yên derveyî sînor didomîne û got: “NATO ji we re çareseriyê nayine. Çareserî hevdîtina bi birêz Ocalan re ye.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Dîlokê ve bi dirûşma "Dem dema HDP'ê ye" Kongreya Asayî ya 4’emîn li eywanek dawetê ya li bajêr li dar xist. Eywan bi pankartên "Em ê Denîz Poyraz ji bîr nekin”, "Zext nikarin me bêzar bikin” û “Jin jiyan azadî" û alên HDP'ê hat xemilandin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn. Di kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Li kongreyê cih û hin welatiyan li ser pêya temaşeyî axaftinan kir. Welatiyan li ber stranan Hozan Servan govend gerand û kêliyek jî coşa li eywanê kêm nebû.      Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di kongreyê de axivîn.    ŞERÊ HÊZDARIYÊ    Berdan Ozturk bal kişand ser şerê di navbera Rûsyayê û Ûkraynayê de û wiha got: “Şerê li Ûkraynayê derketiye Şerê Cîhanê yê 3’yemîn e. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn kûr dibe. Em sedema vî şerê ku derketiye jî dizanin. Ev şer şerê ku ez bêtir bi hêz bibim e. Şerê di navbera Rûsya û NATO’yê de yê hêzbûnê ye.” Ozturk diyar kir ku AKP-MHP’ê jî 7 sal in li welat şer didomîne û wiha got: “Niha jî bûne kevoka aştiyê. Dixwazin di navbera Rûsya û Ûkraynayê de aştî pêk were. Efrînê, Girê Spî dagir bike, paşê jî aştiyê bixwaze! Wekîltiya Semra Guzel betal bikin, paşê jî hûnê bêjin aştî. Hûnê bi vî awayî vê zîhniyetê bidomînin. Wê bersiva pêwîst gel bide gotin û pratikên we.    ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE    7 sal in li dijî kurdan şerê man û nemanê dikin. Dixwazin kurdan biqedînin. Vaye li Dîlokê jî xuya bû ku kurd naqedin. Meseleyek kurdan heye. Meseleya azadiya kurdan e. Ev azadî, aştî û demokrasî wê çawa were. Em heta nefesa xwe ya dawî dibêjin, rêya vê yekê li Îmraliyê ye. Rêya çareseriyê hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ye. NATO ji we re çareseriyê nayine. Siberoja gelan nefiroşin. Divê miheqeq tecrîd were rakirin. Dê dîsa di Newrozê de gel azadiya Ocalan daxwaz bike. Wekî din rê û rêbazê wê nînin. Êdî gelan nexapînin. Bi salan e hûn xelkê dixapînin. Halê welat li ber çavan e. Hûn dijminatiya kurdan dikin. Hûn bi hevkartiya Amerîka û NATO’yê Mexmûr, Şengalê bombebaran dikin. Hûn başûrê Kurdistanê dagir dikin. Hûn Efrînê dagir dikin. Roj were dê çeteyên we yên li Efrînê derkevin. Wê aştî were ser vê axê.”    'HDP LI HER DERÊ YE’    Piştî Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan xîtabî beşdaran kir û Serokê DEP’ê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik yê di sala 1992’yan de hat qetil kirin û 57 qurbaniyên di êrişa DAIŞ’ê ya li Beybahçeya Dîlokê 6 sal berê pêk hat bibîr anî û dest bi axaftina xwe kir. Bûldan got coşa HDP’ê her diçe mezintir dibe û HDP li Kurdisatnê û li her deverê Tirkiyê li ser pêya ye û wê HDP her hebe.    ‘DOZA KOBANÊ TIRSA NAVA DILÊ WAN E’    Bûldan diyar kir ku yên ji meşa HDP’ê ditirsin astengiya derdixin pêşiya wan û got: “Tirsa nava dilê AKP’ê û MHP’ê ji vekirina doza girtinê ya partiya me û Doza Kobanê jî xuya dike. Yê ku li vî bajarî digot, ‘Kobanê ket û wa dikeve’ xest aloziyan derxe. Tişta ku dixwestin encam negirtin, niha jî rabûne pêşiya me bigirin û dixwazin me ji siyasetê veqetînin. Lê HDP hêza muxalefeta Tirkiyê ye. HDP hêza kurdan e. Hesabên wan yek bi yek xera dibin. Hêvî û wêrekiya HDP’ê wê hemû êrişên we bişkêne. Her ku ew xeyalan dikin, em jî xeyalên wan xera dikin. Yên ku digotin tu taqeta HDP’ê nemaye vaye kongreya me bersiva herî xweş dide wan.”    ‘NE EM WÊ ÎKTIDAR TÊK BIÇE’    Bûldan anî ziman ku îktidarê xwest HDP’ê ji Dîlokê biqewirîne lê bi ser neketin û yên ji siyaset û Dîlokê biçin jî ew bi xwe ne û ew ji niha ve mizgîniya vê dide gel. Bûldan got HDP vebijêrka herî bi hêz a li Tirkiyê ye û HDP wê nekeve lê yên ku bikevin AKP û MHP ye.    Bûldan anî ziman ku aştî ji bo tevahiya mirovahiyê pêdiviya lezgîn e û wiha axivî: “Vaye hûn dibînin li Ûkraynayê şerek hêzan heye. Her ku diçe mezintir dibe. He roj însan tên kuştin û dikevin bin erdê. Xelkê ku herî zêde ji êşa xelkê Ûkraynayê fêm dike em in. Gel van şeran tercîh nake. Ev şerê destilatadaran û serdestan e. Ji bilî aştiyê tu rêyek din tune ye. Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, şer pirsgirêka hevkar a tevahiya mirovhiyê ye. Em wek HDP’ê carek din dibêjin çareseriya hemû pirsgirêkan diyalog û muzakere ye.”    ‘TECRÎD LI HER DEVERÊ BELAV BÛYE’    Bûldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Dîrokê nîşanî me daye ku ji xeynî diyalog û muzakereyê û aştiyê tu tiştek din ne mimkin e pirsgirêkan çareser bike. Tecrîd li her derê ye û didome. Heke hûn ax, ziman, çand, ernîgarî, siyaset û rêberên kurdan tecrîd bikî, helbet wê kurd jî bersiva vê nîşanî web idin.”    BIRYARA DMME’YÊ    Bûldan biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xist û got AKP biryara DMME’yê ya ji bo Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û siyasetmedarên din nas nake.    NEWROZA AŞTIYÊ    Bûldan 8’ê Adarê li jinan pîrozkir û got: “Em jiyanek bê tundî dixwazin. Em ê jiyanek azad û dinyayek xweş bi hev re ava bikin. Dirûşma me ‘Jin jiyan azadî ye’. Em bi dil û can hêvî dikin ku 8’ê Adarê, 21’ê Adarê Cejna Newrozê bibe wesîleya aramî û aştiyê ye. Wê ev Newroz bibe Newroza aştiyê. Ez ji niha ve vê mizgîniyê didim her kesî.”    Piştî axaftinan di hilbijartina bi yek lîsteyê pêk hat de Aytek Kaya û Avnî Bîlîcî ji bo hevserokatiya HDP’a Dîlokê hatin bijartin.