Ji bo kongreya HDP'ê ya Dîlokê bang kirin 2022-03-04 15:03:02   DÎLOK - Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Dîlokê, ji bo kongreya xwe ya ku wê di 6'ê adarê de li dar bixe bang kir.    Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Dîlokê, wê roja yekşemê bi şîara "Niha Dema HDP'ê ye" 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe. Rêxistina HDP'ê ya Bajar, li avahiya xwe derbarê mijarê de civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de pankarta "Em ê bi hev re biguherînin, niha HDP'ê ye" hat daleqandin. Parlamenterên HDP'ê Mahmût Tûgrûl, Mûrat Sarisaç û Hasan Ozguneş,  endamên Meclisan Jinan a HDP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Dayikên Aştiyê ya Dîlokê tevlî civînê bûn.    Berdevkê komîsyona amadekariya kongreyê Avnî Bînîcî, derbarê amadekariyan de axivî û agahî dan.   WÊ BIBE BERSIVA ÊRIŞAN   Parlamenterê HDP'ê yê Bajar Mahmût Tûgrûl jî axivî û ev titş got: "Di gelek qadan de HDP bi berxwedana xwe dibe bersiva gelek zilman. Li gelek deveran êrişên ji bo şikandina vîna partiya me êriş berdewam dikin. Îro di gelek qadan de HDP'ê bûye navnîşana çareseriyê. Li Tirkiyeyê di mijara çareseriyê de HDP nifte ye. Rexmî hemû êrişan jî HDP mezin dibe. Li her derê HDP bi kongreyên bihêz dibe bersiv. Wê kongreya Dîlokê jî li van kongreyan zêde bibe."   Civîn bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.