Temellî: Mexdûrê tangên 28’ê Sibatê, îro hawarê ji tangan dixwazin 2018-02-27 14:33:12 ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di komcivîna partiya xwe ya heftane de axivî û der barê salvegara darbeya 28’ê Sibatê ya postmodern de got: “Yên di 1997’an de bûn mexdûrê wan tangan, îro ji wan tangan hawarê dixwazin.”  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî piştî hat hilbijartin cara yekemîn di komcivîna partiya xwe ya heftane de axivî. Temellî hemû rêveber, parlamenter û endamên HDP’ê yên girtî silav kir û dest bi axaftina xwe kir. Temellî got: “Îro bi hezaran hevrêyên me di girtîgehan de ne. Her ku diçe pirsgirêk kûr dibe. Îşkence derketiye astek bilind. Li gel hemû îtîrazên me bêdengiya hikûmetê dewam dike.”    ‘HAWARÊ JI TANKAN DIXWAZIN’    Temellî nivîskar Yaşar Kemal ê sibê salvegera mirina wî ye jî bibîr anî. Temellî behsa darbeya 28’ê Sibatê ya 1997’an a postmodern kir û wiha got: “Dema mirov dibêjê 28’ê Sibatê tişta ewil tê hişê mirov, darbeya postmodern e. Belkî tişta herî girîng di hişê me de maye jî ew tankên li ser kolanan bûn. Duh li kolanên Sîncanê bûn, îro jî heman tank li kolanên Efrînê ne. Hêj wêne û dîmenên wan tankan li ber çavan taze ye. Yên di 1997’an de bûn mexdûrê wan tankan, îro ji wan tankan hawarê dixwazin. Mekanîka darbe û rewşa 1997’an îro bi wesîleyek din derdikeve pêşiya me.”    REKTORAM LÎSTEYA ÎXRAÇAN AMADE KIRIN    Temellî, da zanîn ku di darbeya postmodernîzmê ya 97’an de berî her tiştî zahîngeh hatin hedefkirin û wiha got: “Wê demê kesên têkoşîna aştiyê bi rêve dibirin, têkoşîna xwe bi biryardarî berdewam kirin. Azadî ji bo me hemûyan bû, dê demokrasî û Aştî jî bo me hemûyan be. Li dijî jinên destmal didin serê xwe rektoran bi aqlên Ergenekonê ‘odeyên qanehan” vekirin. Ji bo mirov nexwazin destmalan bidin serê xwe.  Wê demê me ji bo destmalê got azadî û biparastina vî mafî em lidijî hişmendiya darbekar derketin.  Ev têkoşîna Zanîngeha Azad bû û zanîngeha demokrasiya xweser bû. Ev têkoşîan tomyekûn a kedkaran bû. Îro jî êrîşên li ser zanîngehan berdewam dikin. Wê demê çawan mirov ji zanîngehan avêtin, îro jî  ev hejmar gehiştiye bi hezaran û tu hincet jî nîşan nadin. Ev yek herî zêde di zanîngehên mezin de hat jiyîn. Em rektorên li dijî vê  yekê berxwedan nedîtin. Berevajî vê yekê lîsteya îxraçan rektoran bi xwe amade kirin.”   ERDOGAN FAM NAKE    Temellî, bal kişand ser akademîsyenên aştiyê yên rastî lînçê hatin jî û wiha bilêv kir: “Ew akademê vê yekê jî diparêzin; Li welatekê aştî tunebe, zanist jî tuneye. Ji ber vê ew aştiyê jî diparêzin. Mûdaxiyên li ser zanîngehan van mijaran re bi sînor nebû. Desthilatdariyê xwest kadyonên xwe di zanîngehan de bi cih bike û pêş bixwe. Di şevekê de çawan hilbijartinên rektoriyê ji holê rakir, di nişkê de 30 hezar doçentên alîkar mafê xwe winda kirin.”    ‘DESTHILATDARIYÊ NEXWEST BI ENCAMÊN 7’Ê HEZÎRANÊ HEVRÛ BIMÎNE’    Temellî salvegera mutabakata Dolmabahçeyê ya “pêvajoya çareseriyê” ya di navbera Heyeta Îmrali û heyeta hikûmetê de bibîr xist û got: “Ev jî wêneyek din ê 28’ê Sibatê ye. Mutabakata Dolmabahçeyê tam jî li dijî vê wêneyê îtîrazek bû. Mutabakatek komarek demkratîk û hesreta demorkasiyê bû. Daxwazên li wir hatin ziman hemû beşên civakê di nava xwe de dihewand. Ji destpêka pêvajoyê heta mutabakatê û piştî wê jî hêviyek geş di nav gel de çêbûbû. Hêviya aştî, azadî û demokrasiyê pêk dihat. Ji bo komarek demokratîk firsendek dîrokî bû. Mutabakatê red kirin, maseyê qelibandin û dest bi tecrîtê kirin. Deshilatdariyê nexwest bi encamê 7’ê Hezîranê re hevrû bimîne û bi siyaseta şer tabloya îro afirand.”    ‘SALIH MUSLIM AŞTÎXWAZ E’    Temellî bal kişand ser binçavkirina Hevserokê PYD’ê yê berê Salih Muslim û got ku Salih Muslim kesayetek ji bo aştiyê dixebite.    ‘AKP DI MIJARA ARIZÎKIRINÊ DE PIR SERKEFTÎ YE’    Temellî bal kişand ser bêkariya li Tirkiyeyê jî û wiha domand: “Xebitandina bê ewle her roj di jiyana me de didin rûniştandin. Ev yek bi xwe re feqîriyê tîne. Tirkiye mezin dibe û gel û karker feqîr dibin. Hemin li şûna ku em mezin dibin û feqîr dibin, wê demê em mezin nebin. Desthilatdarî mezinbûnê ji bo îstîkbala xwe ya siyasî dixwaze. Tenê AKP di mijarekî aborî de serkeftî ye. Deshilatdariya AKP’ê di mijara arizîkirinê de gelek serkeftî ye. Niha jî rabûne fabrîkayên şekir arizî dikin. Çima niha hat rojevê? Êdî çi ye difiroşin û şer finanse dikin. Ji bo berjwendiyên xwe hemû fabrîkayan arizî dikin. Fabrîkaya Şekir a Burdirê dibêje 18 milyon kara me heye. Lê kes nizane bi 18 milyonan çend heb SÎHA tên kirîn.”    ‘BIRYARA NY’YÊ JI BO EFRÎNÊ JÎ DIVÊ BI LEZGÎNÊ BIKEVE MERIYETÊ’    Temellî li ser êrîşên li dijî Efrînê rawestiya û wiha axivî: “Siyaseta vî şerî maliyetek topyekûn li ser civakê dike. Ev şer li her devera Tirkiyeyê li ser civakê bandor dike. Her êvar li ser ekranên televîzyonan wisa behsa Efrînê tê kirin, qey tu yê bêjî Afrîka ye. Halbûkî navçeyek biçûk e. Nifûsa ku koçberî Efrînê bûye 350-400 hezar e. Serokwezîr dibêje ‘em ê 350 efrîniyan bişînin Efrînê.’ Efrînî ji Efrînê derneketin e. Tu yê kî bişînî? Rast e rast zû bûye li çavê gel dinêre û derewan dike. Çunkî pêdiviya wan bi siyaseta şer heye. Artêşa duyemîn a mezin a NATO’yê 40 roj in êrîşî navçeyek biçûk dike. Ji leşkeran bigire heta serfermandar û pispor û rojnameger dibêjin ku sivîl jiyana xwe ji dest nedane. Halbûkî di şer de sivîl jiyana xwe ji dest didin. Li Efrînê ji heft salî heta heftê saliya sivîl jiyana xwe ji dest didin. Biryara NY’yê tenê ji bo Gutayê ye. Ev biryar ji bo tevahiya Sûriyeyê ye. Em daxwaz dikin ku ji bo Efrînê jî demil dest beşdarî agirbestê bibin. Pêwîste ev biryar bi lezgînî ji bo Efrînê jî bikeve meriyete.”    ‘RANTA ŞER JI KÊ RE DIÇE?’   Temellî, pirsa “Ev ranta şer ji kêre diçe” kir û wiha pê de çû: “Ev şer gelo bi kêra kê tê û kê li ser vî şerê dewlemend dibe? Gelo kê bedelên vî şerî didin? Dibêjin bila SÎHA’yên Erdogan bikevin, bila bikevin da ku SÎHA’yan bifiroşin. Gelo ranta şer jê kê re diçe û kê di saya şer de qezenc dike?  Her ku SÎHA dikevin ên qezenc dikin hene. Başe ku zavayê baş rêya balafiran çênake. Bedelên şerên giran tenê xizan û gel didin. We kincên leşkeran li zarokeke 5 salî kiriye. Ruhê we yê aştêşparêz ê hûn dixwazin di civakê de ava bikin, heya zarokekê biçûk jî hatiye.”      ‘BENDAVEK LI KU DERÊ HEBE XIRAB DIKIN’   Temellî, derbarê tîfaqa hilbijartinê ya AKP û MHP’ê de jî axivî û wiha domand: “Ji bo hemû qusûrên di referandomê de derketin holê, zemînên qanûnî amade dikin. Dixwazin hilbijartinek biqusûr a ne rewşa danîn pêşiya me û em bi vê yekê re rû bi rû ne. Ji bo MHP dibin benda hilbijartinê de nemîne diçin tifaqan. Lê ji bo me tu pirsgirêkek wiha tuneye. Li ku derê bend hebin em xirab dikin. Li dijî bendavan alerjiya me heye. Me di 7’ê Hezîranê de jî bendev rûxand, di 1’ê Mijdarê de jî û em ê cardin bi rûxînin.”   Temellî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îro dixwazin bi her awayî Tirkiyeyê ji demokrasiyê dûr bixin. Ev hişmendiya hemû qadên Tirkiyeyê kirin qeyûm, dixwaze parlamentoyê jî bê vîn bike. Pêwîstiya em bi tifaqa AKP û MHP’ê tuneye. Pêwîstiya me ew ku em bên gel hev û li kêleka hev cih bigirin. Ji bo em karibin vê yekê bikin divê em bên gel hev.”