Di lihevkirina 6 partiyên muxalefetê de Pirsgirêka Kurd tuneye! 2022-02-28 16:19:59 ENQERE - 6 partiyên muxalefetê nivîsara "Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî" ku li serê li hev kiribûn, îmze kirin. Di nîvîsarê de qet qala Pirsgirêka Kurd nehat kirin û tenê hat gotin ku di navbera rêveberiya navendî û herêmî de hevsengî bê avkakirin.    CHP jî di nav de serokên giştî yên 6 partiyên muxalefetê ji bo nivîsara "Pergala Parlamenteriyê ya Bihêzkirî" ku li serê li hev kiribûn, li Otela Bîlkentê ya li Enqerê li hev civiyan. Gelek siyasetmedar û rojnameger tevlî civînê bûn. Di civînê de nîvîsara ku ji 24 xalan û 48 rûpelan pêk dihat û partiyan li ser li hev kiribûn cuda cuda ji aliyê nûnerên her şaş partiyan ve hat aşkerakirin.    Di nivîsa ku ji aliyê partiyan ve hat aşkera kirin de qet pala Pirsgirêka Kurd nehat kirin û ji bo çareserkirina wê tu pêşniyar nehatin aşkerakirin. Tenê hat diyarkirin ku wê ji bo kesên hilbijartî qeyûm neyên tayînkirin, di navbera rêveberiya navendî û herêmî de hevsengî bê avkakirin û rayeyên rêveberiyên herêmî bên zêdekirin.