Olûç: Di qada cemaweriyê de derfetê bidin zimanên dayikê 2022-02-21 15:53:05   ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku li gorî rêgeza wekheviyê ya destûrê divê li hemû qadan di zimanê dayikê de xizmet bên dayîn û wiha got: “Divê derfêt bê avakirin ku hemû ziman di qada cemaweriyê de bên bikaranîn.”   Serokwekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Olûç, ê ewilî li ser qeyrana aborî nirxandin kirin, bal kişand ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û wiha got: “Îro Roja Zimanê Dayikê ye. Li gorî rapora UNESCO’yê di cîhanê de 2 hezar 500 li Tirkiyeyê jî 18 ziman bi windabûnê re rû bi rû ne. Desthilatên li Tirkiyeyê ji bo wan 18 zimanan çi kirin? Tiştek nekirin. Ne ji dil in, du rû ne. Ji aliyekî ve dibên ‘em girîngî didin kurdî’ li aliyê din meseleya dersên bijarte têxin rojevê. Em dibêjin dibe ku dersa bijarte hebe lê ya esas perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Mafê zarokan ev e.”   ZIMANÊ DAYIKÊ KÎJAN WELAT PARÇE KIRIYE?   Olûç, bi lêv kir ku li hemû cîhanê piştgiriya pir zimanî tê kirin û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê weke parçe kirinê wergirin dest. Çima? Bikaranîna zimanê dayikê heta niha kîjan welat parçe kiriye? Heta niha tişteke wisa nîne. Ji ber vê yekê em careke din destnîşan dikin ku perwerdehiya zimanê dayikê çiqas girîng e.”   WE ROJNAMEYA ROJANE GIRT   Olûç, bi bîr xist ku desthilatê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê rojnameya kurdî ya rojane Azadiya Welat qedexe kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çi eleqeya Azadiya Welat bi hewldana darbeyê hebû. Tu eleqeya wê nebû. We televizyon, ajans, kovar, weşanxaneyên ku weşanên kurdî dikirin, KURDÎ-DER, dibistanên seretayî û Enstîtuya Kurd a Stenbolê we girtin. Enstîtu û saziyên ziman ên di salên 90’an ên herî tarî de nehatibûn qedexekirin we girtin. Tê re we nekir we peykerên nivîskarên kurd ên weke Ehmedê Xanî, Cigerxwîn, Mehmet Ûzûn hilweşandin. Qeyûmên we navên wan ji tabelayan birin.”    DIVÊ XIZMETA CEMAWERIYÊ BI ZIMANÊ DAYIKÊ BE   Olûç, diyar kir ku li gorî rêgeza wekheviyê ya destûrê divê di serî de perwerde û tenduristî li hemû qadan di zimanê dayikê de xizmet bên dayîn û wiha got: “Divê derfêt bê avakirin ku hemû ziman di qada cemaweriyê de bên bikaranîn.”