Bayindir: Azadî di Rêya Sêyemîn de ye 2022-02-13 15:22:05   EDENE - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civîna gel a li Edeneyê de axivî û diyar kir ku îktidar ji ber êriş û zextên li ser kurdan têk çûye û got: “Azadî di Rêya Sêyemîn de ye.”    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 27’ê sibatê de Kongreya Asayî ya 6’emîn li dar bixe. DBP di çarçoveya kongreya xwe de civînên gel li dar dixe û bi xelkê re tê cem hev. DBP’ê bi beşdariya hevserokên xwe giştî Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir li Şîrîn Muzîkhola navçeya Seyhana Edeneyê civîna gel li dar xist. Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Jinan cilên xwe netewî li xwe kiribû û di civînê de govend hat gerandin.    BAYINDIR: ÎKTIDAR TÊK ÇÛ    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civînê de axivî û destnîşan kir ku îktidara AKP-MHP’ê ji ber zext û êrişên li ser kurdan têk çûye û got: “7 sal in îktidar û şirîkê xwe biçûk MHP’ê xwestin kurdan tine bikin. Dixwazin hebûna xwe li ser kuştina kurdan bidomînin. Li gorî vê polîtîkayan li pêş xistin. Lê di pêvajoya em gihîştinê de ne kurd, îktidara faşîst û şirîkê xwe têk çûne. Her kes viya dibîne.”    RÊYA SEÊYEMÎN    Bayindir anî ziman ku ev pergal dixwaze kurdan û dostên wan di navbera tifaqa Cumhur û Millet de tengav bike û got: “Kurd li dijî van tifaqan Rêya Sêyemîn dibijêrin. Siberoja Tirkiyê, azadiya gelên Tirkiyê di siyaseta Rêya Sêyemîn de ye. Divê kurd û dostên xwe xwe li dora Rêya Sêymîn bikin xelek û mezin bikin.”      Bayindir bal kişand ser daxuyaniya “Rêya demokrasiyê di Amedê re derbas dibe” ya Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu û got: “Yên ku dixwazin bibin îktidar rêya hemûyan di Amedê re derbas dibe. Yên ku vê rastiyê nebînin wê tu rêxistinek siyasî dê nikaribe bibe îktidar.”    ‘YÊ TECRÎDE DIKE DÊ HESAB BIDE’    Bayindir behsa daxuyaniyên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan jî kir û got: “Yên ku hesab bidin ew kesên ku li Îmraliyê tecrîdê pêk tînin e. Kî li hember Îmraliyê cih digire yê ku hesab bide Îmraliyê jî ew e.”    LI CÎHANBEYLÎ CIVÎNA GEL    DBP2ê li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê jî civîna gel li dar xist. Civîn li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cîhanbeyliyê pêk hat. Endamên Meclîsa Partiyê yên DBP’ê Şîrîn Altay û Guvercîn Aras, Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Hekîm Gumrez, Hevseroka HDP’a Konyayê Songul Çetîn û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Şîrîn Altay axivî û komploya navdewletî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Altay got wê li Konyayê xebatên wan li gorî rol û mîsyona DBP’ê berdewam bikin.