HDP: Bila kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin 2022-02-09 15:35:20   ANKARA - Parlamenterên HDP’ê ji bo ku kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin û 250 KW’ên ceryanê bêpere bên dayîn, pêşniyarqanûn da meclisê.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, Garo Paylan, Necdet Îpekyuz û Erol Katircioglu ji bo ku kargehên hilberandin û belavkirinê yên ceryanê bên îstimlakkirin û 250 KW ji hemû mal û kargehan re bêpere bê dayîn, pêşniyarqanûn da Serokatiya Meclisê.    Di hinceta pêşniyarqanûnê de hat destnîşankirin ku fatûreyên zêde di nava civakê de rê li ber qeyranê vekiriye. Her wiha qutkirina ceryanê yên li bajarên cuda jî hat bibîrxistin û hat gotin ku kargehên belavkirina ceryanê razemeniyên hewce nekirine. Di berdewamê de jî ev tişt hatin gotin: “Belavkirina ceryanê li Tirkiyeyê dabeşî 21 herêman hatiye kirin. Xizmetên belavkirinê yên her herêmê, bi krediyên banqeyên cemaweriyê pêşkêşî kargehên nêzî hikûmetê hatine kirin.”   Parlamenteran destnîşan kir ku di dewletên sosyal de xwegihandina enerjiyê mafekî bingehîn ê hemwelatiyan e û hat destnîşankirin ku ji ceryana tê hilberandin ji sedî 80 û ji ya tê belavkirin jî ji sedî 100 di destê sektorên taybet de ye.    Xalên di pêşniyarqanûna HDP’ê de wiha ne:   * Xala 1’emîn - Xala 1’emîn a Qanûna hejmar 3096 a bi ser navê Armanc ku di 4.12.1984’an de hatiye derxistin, wekî li jêr hatiye guherandin.    * Xala 1’emîn - Peywirdarkirina kargehên navxweyî û yên biyanî yên girêdayî hiqûqa taybet ku li derveyî Saziya Ceryanê ya Tirkiyeyê dimînin a ji bo hilberandin, veguhestin, belavkirin û bazirganiya ceryanê hatine betalkirin. Kargehên têkildar hatine îstimlaqkirin.    * Xala 2’yemîn - Divê 250 KW’ên ceryanê bêpere bidin her mal û kargehê û pereyê wê jî ji bûdçeya Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê bên pêşwazîkirin.    * Xala 3’yemîn - Ev qanûn, ji roja ku hatiye weşandin û şûnde dikeve meriyetê.    * Xala 4’emîn - Serokomar hukimên vê qanûnê pêk tîne.