Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin 2022-02-01 16:07:54 ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna koma partiyê de bal kişand ser astengiyên li ser zimanê kurdî wiha got: “Astengkirina zimanê kurdî, berhema polîtîkaya yekperest a desthilatiyê ye. Divê kurd xwedî li dersa kurdî ya hilbijarî derkevin. Her çiqas kêm jî be, dersa hilbijarî berhema têkoşînê ye.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de axivî. Sancar diyar kir ku gelên Tirkiyeyê zivistaneke giran derbas dikin lê zivistana desthilatiyê hêj girantir e. Sancar da zanîn ku desthilatdariyê tevdîrên hewce negirtibûn lewma jî gelên Tirkiyeyê rojên zehmet derbas dikin û wiha domand: “Vê desthilatdariyê ev welat qerisand û hemwelatiyên me neçarî sermayê kirin. Di hêla siyasetê ev welat qerisandin, derfetên xwergermkirinê ji destên gel derxistin lewma jî ev sermaye heta nava malên kesên feqîr û hejaran jî birin.”    BERJEWENDIYÊN GEL    Di berdewamê de jî Sancar got ku desthilatdarî li şûna ku berpirsyariyê li xwe bigire, ji berpirsyariyê reviya û rêveberiyên herêmê kir hedef. Sancar anî ziman ku ev yek nîşaneya şerpezeyî û bêçareseretiya desthilatdariyê ye û wiha axivî: “Di demsala havînê de ji ber şewatên daristanan, lehiyan û erdhejan karesat bi serê me hatin. Niha jî ji ber berf û sermaya zivistanê em heman karesatan dijîn. Xuyaye ku li hemberî van karesatan tu plan û bernameyên desthilatiyê nînin. Berjewendiyên gel, di nava pêşaniyên desthilatdariyê de cih nagirin.”    PERGALA DESTHILATIYÊ NEÇARE KU BIGUHERE   Sancar destnîşan kir ku desthilatdarî li ser bingeha polîtîkaya talan, mêtingerî, îsraf, rant û şer hatiye avakirin û wiha got: “Hemû çavkanî pêşkeşî pergala talan, rant, îsraf û şer hatine kirin. Lewma di destê wan de pere nemaye. Pereyê mayî jî ji bo pêdiviyên gel bi kar nayînin. Ev polîtîkayeke bizanebûne. Heta ku ev polîtîkaye berdewam bikin, dê fatûreya hemû felaketan ji berîka xizanan derkeve. Divê ev pergala talanê biguhere. Em ê vê pergalê bi hêza milyonan biguherînin. Divê li dijî vê pergalê em bi hev re têbikoşin.”   PERGALA ŞÊLANDINÊ   Mîthat Sancar daxuyand ku rewşeke giran a krîza aborî heye û wiha got: “Gel nikare fatûreyên xwe yên ceryan, xaza xwezayî û hwd. bide. Ji ber zemên hatine kirin, gel rojên zehmet derbas dike, li malên xwe di tariyê de ne. Lê di esasê xwe de ya ku tarî, zîhniyeta desthilatiyê ye. Gel êdî nikare li firoşgehan erzaqê xwe bikire. Li pêşberî me pergaleke mezin a şêlandin û mêtingeriyê heye.”    Sancar axaftina xwe wiha berdewam kir: “Israra HDP’ê ya avakirina îradeya hevpar berdewam e. Divê em bi hev re bimeşin û li dijî komeke şêlanker, talanker û mêtinger têkoşîna hevpar a milyonan biafirînin. Vê desthilatiyê pergala talan û xwînê ava kiriye. Desthilatiyeke tekperest, qedexeker û komploger e.”    ‘BI DOZAN XWE HETIKANDIN’   Sancar piştre jî bal kişand ser Doza Kobanê û doza girtina HDP’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Doza Kobanê di destê wan de ma. Bi îdianameyên rizî û bi darizandineke pêkenok li nav xelkê xwe hetikandin. Doza tolhildan û tesfiyeye siyasî ye. Operasyoneke li dijî hêviya demokrasî û aştiyê ya Tirkiyeyê ye. Bi heman mebestê doza girtina HDP’ê jî vekirin. Lê em ê mil bidin milê hemû hêzên demokrasiyê û vê dozê jî vala derxînin.”    ZEXTÊN LI SER KURDÎ   Di berdewama axaftina xwe de Sancar qala zextên li ser zimanê Kurdî kir û wiha derbirî: “Ev desthilata tekperest li rexekî bi rêya hinek parlamenteran ji bo dersa kurdî bang dike û li rexa din jî komên li cadeya Îstîklal a Taksîmê komên bi kurdî distrin asteng dike. Ev çi durûtî ye. Zextên li ser kurdî, berhema zîhniyeta tekperest a vê desthilatiyê ye. Têkoşîna hevpar a li hemberî zexta li ser zimanê kurdî û zimanên din, berpirsyariya me ye. Em dixwazin ku mafê zimanê dayikê bi qanûnan bê mîsogerkirin. Lê dersa hilbijarî jî derfeteke û desthilatiyê bi keyfa xwe ne aniye. Ev destkeftiye, berhema encama têkoşînê ye. Lewma ez bang li hemû malbatên kurd dikim ku zarokên wan teqez dersa kurdî hilbijêrin.”    ‘BILA TIRK JÎ KURDÎ HILBIJÊRIN’   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axaftina xwe wiha xelas kir: “Ez bang li xelkê tirk jî dikim ku dersa zimanê kurdî hilbijêrin. Heke em di mijara biratiyê de jidil bin, wê demê bila zarokên we hînî kurdî bibin. Bila tenê kurd hînî zimanê kurdî nebin. Bila kurdî bibe zimanê gelên li vî welatî.”