Meclîs bi înkarkirina pirsgirêka kurd vebû 2021-10-01 16:43:16   ENQERE - Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan bi înkarkirina pirsgirêka kurd sala 5’emîn ya qanûnçêkirinê ya Meclîsê vekir. Erdogan carek din îdia kir ku wan pirsgirêka kurd çareser kiriye û pirsgirêk nîne.    Meclîs piştî 76 rojên betlanê sala 5’emîn a qanûnçêkirina serdema 27’emîn hat vekirin. Desteya Giştî ya Meclîsê ji ber sala çêkirina yasaya nû bi rûniştinên taybet civiya. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener, Serokê Giştî yê MHP’êDevlet Bahçelî û Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan jî beşdarî vekirina Meclîsê bûn.    PIRSGIRÊKA KURD    Erdogan di vekirina Meclîsê de axivî û got di mijara destûra bingehîn a nû de dest bi hewldanan kirine. Erdogan îdia kir ku pirsgirêka kurd ji hêla her aliyan ve tê îstîsmarkirin û wan pirsgirêka kurd çareser kiriye û dawî li red, înkar û asîmîlasyonê anîne.    Erdogan ê ku got wan dawî li red, înkar û asîmîlasyonê anîne lê zext, astengî û qedexeyên li ser zimanê kurdî ji nedîtî ve tê. Her wiha bi milyonan kurd daxwaza perwerdehiya bi zimanê kurdî dikin lê belê ev jî ji aliyê Erdogan ve ji nedîtî ve tê.