Di civîna HDP’ê û Hevserokê YNK’ê de 'yekîtî' hat axaftin 2021-09-28 14:39:32   SILÊMANÎ - Şandeya HDP’ê serdana Hevserokê YNK’ê Bafil Talabanî kir û li gel wî civiya. Hat zanîn ku di civînê de girîngiya yekîtya neteweyî ya kurdan jî hatiye axaftin.    Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, li Başûrê Kurdistanê ye.   Şande duh li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran û Cîgirê Hevserokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî kiribû.   Şandeya HDP’ê îro serdana Hevserokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî kir û li gel wî civiya.    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; di civîna her du aliyan de behsa rewşa Iraq, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraqê û hilbijartinên pêşwext yên Iraqê hatine kirin.   Li gor agahiyan YNK'ê di civînê de bal kişandiye ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya kurdan û hevsengiya zêdetir ya navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de.