Partiya Sostalîs a Kurdistanê: Bila kongreya HDP'ê bibe wesîleya kongreya neteweyî 2018-02-10 16:15:54 ENQERE - Heyeta Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê ji bo beşdarî kongreya HDP'ê bibe ji Herêma Federal a Kurdistanê hat Tirkiyeyê, xwest kongreya HDP'ê bibe wesîleya Kongreya Neteweyî ya Kurd. Heyeta ku berdevkên Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê tê de cih digirt, ji bo tev li 3'yemîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê bibe, hat Enqereyê û piştgirî da têkoşîna HDP'ê.   Berdevkên Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Muslih Recep Akre, da zanîn ku ev kongreya HDP'ê gelekî girîng e û ev tişt got: "Ev kongre di serdemeke dirokî de pêk tê. Em hêvî dikin ku di vê kongreya HDP'ê de ji çar parçeyên Kurdistan û Ewropayê kurd û dostên wan bi rengên xwe beşdarî kongreyê bibin. Dîsa hêvî dikin ku kongre bibe destpêka pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurd. Em hêvi dikin gelê kurd û hemû gelên din bi vê kongreyê re mafên xwe bi dest bixin."   ‘EM JI BO PIŞTGIRIYA HDP'Ê HATIN’   Recep Akre bal kişand ser pêvajoyê û perçebûna kurdan û ev tişt got: "Em wekî partiya sosyalîst partiya neteweyî ne. Em bi vê nasnameya xwe li gel HDP'ê ne û piştgiriyê didin. Bi vê armancê diwzin kongre bi serkeftî derbas bibe. Li dijî hemû êrîşan HDP vê heq dike."   Akre destnîşan kir ku kurdan DAIŞ têk bir, lê dijminên kurdan wan rehet nahêlin û wiha pê de çû;: "Em dibêjin ku ey gelê kurd, emê heta kêngê wiha perçe û di bin êrîşan de bin? Ji ber vê parçebûna me neyarên me jî hêzê ji vê digirin." Akre, da zanîn ji bo pêşî li perçebûnê bê girtin, pêwîstî bi hevgirtina kurdan heye.   Akre ji bo hemû HDP’iyan azadî xwest û got ku ew hêvî dike endamên HDP'ê û wekîlên wê serbest bên berdan.   MA / Kenan Kirkaya