Sancar: Dema destpêkeke nû ye 2021-08-27 14:11:35 ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, anî ziman ku bi deklarasyona ku di meha Îlonê de aşkera bikin wê polemîkên siyasî bi dawî bikin û got: “Niha dema destpêkeke nû ye. Ji bo ku bi desthilata AKP-MHP'ê bidin windakirin, divê her kes serkeftinê ji bo xwe bike armanc.”   Hevserokên Bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi kampanya bi dirûşmeya “Em HDP'î ne, li her derê ne” ji bo ku geşedanên siyasî binirxînin û nexşerêya nû nîqaş bikin, dibin seroktiya Hevserokên xwe yên Giştî Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan li Enqerê li otêlekê civiyan. Sancar di destpêka civînêde  axivî û got: “Me hewl da li her derê bi her beşa civakê re hevdîtinê bikin û heqê dirûşmeya, 'Em HDP'î ne, li her derê ne’ bidin. Me xebateke serkeftî kir. Barê herî giran ê vê xebatê, we xwe da ber.”   ‘GEL BI BIRYARDARÎ XWEDÎ LI HDP’Ê DERDIKEVE’   Sancar, di berdewamiya axaftina de wiha pê de çû:  “Zemîna me ya sereke gel e û ji bo ku em bi gelê xwe re nîqaş bikin, bi gelê xwe bişêwirin, fikir û pêşniyazên wan bistînin em bi rê ketin. Me dît ku gelê me li gel hemû zextên giran jî bi biryardarî li HDP'ê xwedî derdikeve. Moral xweş û geş e, biryardarî saxlem e. Ev jî kana herî xurt a hêza me ya siyasî, îdeala me ya guhartinê û meşa me ya ber bi armancan ve ye. Niha dema wê ye ku em zêdetir bixebitin, bi rengekî xurttir bimeşin.”   Sancar, da zanîn ku li pêş wan hin pirsgirêkên sereke hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serê van de meseleya kurd heye. Di meseleya kurdan de çareseriya demokraîk hebûna HDP'ê ye. Di meseleya kurdan de çareseriya demokratîk bi çareseriya hejariyê ya jinan û ciwanan re bûye yek.”   ‘HDP HÊZEKE KILÎD E’   Sancar, derheqê helwesta HDP'ê ya li ser hilbijartinê jî diyar kir ku her kes mereq dike bê ka helwesta HDP'ê wê çi be û ev nirxandin kir: “Em ê ji niha û pê de bi saziyên xwe yên din re bicivin, wê Meclîsa Partiyê, Meclîsa Jinan, Lijneya Rêveberiya Navendî, Lijneya Meclîsê re bicivin, şêwra xwe bikin û biryardariya xwe diyar bikin û nêzîkatiya xwe bi deklarasyonekê aşkere bikin. Em ê deklarasyona xwe ku nexşerêya me diyar bike di meha îlonê de temam bikin û bi gelê xwe re parve bikin. Helbet hilbijartin girîng in. Ne tenê em, her kes hay jê heye ku HDP ji hêla siyasî ve hêzeke kilîd e. Bi ya me ev hilbijartin derfetek e ku em bi welêt, gelên welêt û civakê bidin serxistin.”   Sancar, bi lêv kir ku armanca wan a ku bi desthilatê bide windakirin didome û ev peyam da: "Êdî divê her kes bi rengekî aşkere, ne ku tenê bi wan bide windakirin, serkeftinê jî deyne li ber xwe. Di vê hilbijartinê de em ê rêyên ku bi tevahiya welêt, civakê û gelan bide serxistin ava bikin. HDP ji bo rêveberiya gelparêz hazir e ku xwe bide ber her berpirsyariyê. Em hilbijartin ji bo vê derfeteke mezin e.”   ‘EM AMADE NE KU TIRKIYEYÊ BI RÊ VE BIBIN’   Sancar, destnîşan kir ku di serdema nû de dixwazin bibin hevparê rêveberiya Tirkiyê û wiha bi dawî kir: “Em amade ne di serî de ji bo kurdan, ji bo gelên Tirkiyê bibin parçeyê aqilê nû yê damezirandêr ê Tirkiyeyê. Bêguman em ê vê pêk bînin. Bi deklarasyona ku meha îlonê em ê par ve bikin, em ê polemîkên siyasî bi dawî bikin. Ji bo destpêka nû aştî bivenevê ye, demokrasî bivênevê ye, dadmendî bivênevê ye. Em ê vê nêzîkatiya xwe hemû beşan bikin. Em ê bang li wan aktoran bikin ku di çareserkirina pirsgirêkan de bibin xwedî rol. Em nikarin vê li navenda partiya xwe ya giştî rûnin û diyar bikin. Em ê ewil bi gel re niqaş bikin û dû re di lijneyên xwe de binirxînin. Niha dema destpêkeke nû ye.”