‘Ji bo çareseriyê hûn mecbûr in tecrîdê rakin’ 2021-08-24 12:54:50 MEREŞ - Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari ya di hevdîtinê de li navçeya Bazarcixê axivî, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan were rakirin.    Hevdîtinên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Em HDP’î ne li her derê ne” de dane destpêkirin didomin. Şandeya ku endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê HDP’ê Tûrgût Oker, parlementerên HDP’ê Garo Paylan û Tulay Hatimogûllari jî di nav de, li navçeya Bazarcix a Mereşê bi gel re hatin gelhev. Di hevdîtina ku li avahiya partiyê pêk hat de gelek kes beşdar bûn.    BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ   Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Em partiya xwe nadin girtin û hûn nikarin bigirin. Em partiyeke bi kok in û din ava gel de siyasetê dimeşînin.” Hatimogûllari, bal kişand ser zextên piştî hewldana darbeya eskerî ya 15’ê Tîrmehê û diyar kir ku welat bi Rewşa Awarte (OHAL) tê bi rê ve birin.    Hatîmogûllari, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan da û wiha berdewam kir: “Heke hûn bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, mecbûr in ku tecrîda li Îmraliyê rakin. Pirsgirêka tecrîdê, girêdayî neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêbazên aştiyane ye. Heke li rojhilatê Tirkiyeyê nanê tirkan biçûk bibe ji ber aboriya şer a li vê derê tê meşandine. Ev şer û tecrîd gelek tiştan bi Tirkiyeyê dide winda kirin.” Hatîmogûllari, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin û xwest ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi lez û bez werin pêkanîn.”    RÊYA SÊYEMÎN   Parlementerê HDP’ê Garo Paylan jî bal kişand ser zextên li ser partiya xwe û wiha got: “Heke li Tirkiyeyê û cîhanê tiştên bi serê me hatin ji sedî yekî bi serê wan hatibûna di holê de tu partî nedima. Em li dijî van zextan li ser piyan e û ji bo vê pergalê biguherînin têkoşîna xwe didomînin.” Paylan, qala Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kir û wiha axivî: “Şah ditirse. Divê êdî em rêya sêyemîn a siyasetê an ku rêya aştî û demokrasiyê mezin bikin.”   Şandeya partiyê ji bo tevlî hevdîtinên gel ên li navçeya Elbîstan û Celayê bibin ji navçeyê veqetiyan.