HDP ji kongreya pêngavê re amade ye 2018-02-09 09:56:11 ENQERE - HDP roja yekşemê 3'yemîn Kongreya Asayî pêk tîne û amadekarî bi dawî bûn. Di kongreyê de "Temaya rizgariyê ya li dijî faşzîzmê" derdikeve pêş, ji derveyê AKP, MHP, Vatan Partîsî û Îyî Partiyê, hemû partî dawetî kongreyê kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 11'ê Sibatê de 3'yemîn Kongreya Asayî pêk tîne û amadekariyên ji bo kongreyê bi dawî bûn. HDP'a ku di bi êrîşên mezin re rû bi rû ye; herserokên giştî, wekîl, rêveberên partiyê, hevşaredar jî di nav de, qasî 5 hezar endamên wê girtî ne û di şertên wiha de diçe kongreyê û dixwaze ji hemû êrîşan re bibe bersiv.   KONGREYA PÊNGAVÊ   Kongreya ku di çarçoveya nîqaşên konferansan, rexne û rexnedayînan de wekî "Kongreya Pêngavê" hat diyarkirin, dê dirûşmên wekî "Bi hêvî, Bi Wêrekî, Bi Biryarî", "Li Dijî Faşîzmê Mil Bi Mil" û "Emê Teqes Bi Ser Kevin" dê bên berzkirin. Di kongreyê de dê HDP û têkoşîna siyaseta demokratîk bê destgirtin, di çarçoveya nîqaş û ercaman de dê metna "biryhara polîtîk" a 12-13 xalan bê diyarkirin. Di nav biryaran de êrîşa li dijî Efrînê, xeta têkoşînê û lêgelîrnên ji bo neteweya kurd bên destgirtin.   HER BEŞÊN JI DERVEYÊ BLOKA DEWLETÊ DAWETÎ YE   Dê kongre di heman demê de hemû beşên di nav lêgerîna demokrasiyê de ne, bîne gel hev. HDP bi vê armancê ji derveyê partiyên wekî AKP, MHP, BBP, Vatan Partîsî û Îyi Partiyê, ji partiyên wekî CHP, Saadet Partîsî, ANAP, DSP jî di nav de, 36 partiyan re dawetî şand. Dîsa ji bo tevlêbûna kongreyê 63 rêxistinên pîşeyî, ji qada hunerê 200 kes, 572 kesayet û Saziyên Civaka Sivîl jî di nav de, dê hezar û 264 sazî û kesayetî dawetî kongreyê bikin. Dîsa kongre di qada navnetweyî de jî eleqeyeke mezin dibîne.   Heta niha HDP'ê ji gelek kesan re dawetî şandiye û gelek kesên dawetî bersivandine û dê tev li kongreyê bibin, navên wan zelal bûne. Li gorî vê Serokê Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê Gabî Zîmmer, Sekreterê Giştî yê Partiya Komînîst a Fransayê Pierre Laurent û ji Partiya Sosyalîstên Ewropayê, patiya SRÎZA ya li Yewnanistanê desthilatdar e, PODEMOS'a Îspanyayê, ji Baskê Bildu û Sortu, ji Danîmarkayê Partiya Kesk-Sor, Partiya Çep a Alman (Die-Linke), AKEL'a Kibrisê, Partiya Demokrat a Civakî ya Swêdê, Partiya Çep a Fransayê, Partiya Komînîst a Portekîzê dê tev li kongreyê bibin. Dîsa Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî dê peyamekê ji kongreyê re bişîne.   DÊ 500 KES LI SALONÊ PEYWIRDAR BE   Li bendê ye 30 hezar kes tev li kongreya li Salona Werzîşê ya Arenayê bibe. Ji derveyê polîsan dê 400 kes tevdîrên ewlehiyê bigirin. Li gel van tevdîrên ewlehiyê, dê 500 kes piştgiriyê bide tevdîrên ewlehiyê. Dê hevserokên giştî yên HDP'ê yên girtî, hevşaredar û wekîlên girtî ji kongreyê re peyaman bişînin. Di kongreyê de mêvanên ku beşdar bûne jî dê mafê axaftinê bigirin.   DÊ MECLISA PARTIYÊ, DÎSÎPLÎN Û LIJNEYA HEVANÎNÊ DIYAR BIBIN   Dê hezar û 118 delege beşdarî kongreyê bibin, ji bo Meclisa Partiyê jî dê 100 jê esil 50 jê yêdek bên hilbijartin. Ji der vehê hevserokên giştî yên HDP'ê, dê endamên Lijneya Hevanînê û Dîsîplînê jî diyar bikin. Her wiha ji bo 200 xebatkarên çapemeniyê yên li welat û derveyê welat tev li kongreyê dibin jî xebat hatine kirin.   OLUÇ: WERIN EM TÊKOŞÎNÊ BIKIN YEK   Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Saruhan Oluç, der barê kongreyê de agahî da û diyar kir ku encamên ji kongre û konferansên bajar û navçeyan derketine perpirsyariyên girîng dane ser milên wan û ev tişt got: "Li gel zextên dijwar, berxwedaneke mezin heye. Ev kongre di encama berxwedanê de pêk tê." Oluç destnîşan kir ku ew li dijî tasfiyekiriya siyaset demokratîk ketine tevgerê û wiha pê de çû: "Dixwazin faşîzmê bi sazî bikin. Ev dikare bê rawestandin. Me berê ev bi ser xist, me di 7'ê Hezîranê de desthilatdarî asteng kir, emê vê dîsa bikin."   Oluç aşkera kir ku ewê banga têkoşîna hevpar li civakê bikin, şerê li Efrînê jî wekî "sazîkirina faşîzmê" pênase kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Tu rejîmeke otokratîk, beyî şer nikare xwe li ser piyan bigire. Ji bo wê emê li dijî vê bisekinin. Her kesê ji vê rêveçûnê aciz e, divê bên em bi hev re têkoşîna hevpar bimeşînin."   MA / Kenar Kirkaya