HDK: Ji êrişa Altindaxê desthilat berpirsyar e 2021-08-12 13:28:41   STENBOL - HDK’ê diyar kir ku ji êrişên li Altindaxê yên penaber di wan de hedef hatin girtin desthilat berpirsyar e û wiha got: “Kesên ji vê rewşa dijminane ya tê afirandin sûd digirin wê di bin vê pêvajoya bixetere de bimînin.”   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî êrişa li dijî penaberan a li navçeya Altindaxê ya Enqereyê daxuyaniyeke bi serenavê “Biratiya Gelan wê ji Nijadperestiyê re Bêje Bes e” weşand. HDK’ê, destnîşan kir ku êriş ji desthilatê ne serbixwe ne û wiha got: “Kesên ji vê rewşa dijminane ya tê afirandin sûd digirin wê di bin vê pêvajoya bixetere de bimînin. Em destûrê nadin ku Ewropa û desthilata AKP-MHP’ê bi ser gelên Rojhilata Navîn hêzê berhev bike.” HDK’ê bang kir ku rayedar demildest bergiriyan bigirin û ev tişt got: “Divê demildest berpirsyarên vê êrişê bên aşkerakirin û ev arasteya bixeter bê bidawîkirin. Di serî de gelê Altindaxê hemû Tirkiyeyê vedixwînin ku ji nijadperestiyê û provakasyonên dijminane dûr bikevin.”