Sancar li Mîlasê ye: Felaketa rêveberiyê tê jiyîn 2021-08-05 17:25:38   MÛGLA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê ji bo lêkolînê li navçeya Mîlasa ku şewata daristanan lê didome ye diyar kir ku li welat felaketeke rêveberiyê tê jiyîn û bi lêv kir ku wê piştevaniya têkoşîna bi şewatê re bidomînin.      Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi şandeyekê re li Mûglaya ku şewatên daristanan lê didome lêkolîn kirin û hin hevdîtin pêkanîn. Sancar, di çarçoveya hevdîtinê de ewilî bi Şaredarê Mîlasê Mûhamed Tokat re hevdîtin kir.    Sancar, di hevdîtinê de wiha got: “Em bi felaketên ku hemû welat dorpêç kirine re rûbirû ne. Li vê derê hem me mirov hem jî bêhejmar zindî me winda kirin. Qadên berfireh ên daristanan tune bûn. Kedkar jî ligel hemû bê derfetiyan tişta ji destê wan tê dikin. Em dizanin ku şaredarî jî li gor derfetên xwe mudaxaleyî şewatê dike û têdikoşe. Têkildarî bê derfetiyan gelek tişt hene ku mirov bibêje. Hem raye û derfet bi sînor in hem jî hewl didin berpirsyartiyê bixin stûyê şaredariyan, ev xeflet e.”   FELAKETA RÊVEBERIYÊ   Sancar, bi lêv kir ku bandoreke girîng a qeyrana avhewayê heye û wiha berdewam kir: “Şewat tenê li vê herêmê pêk nayê. Li Akdenîzê, ji Yûnanîstanê heta Qibris û Îtalyayê qadeke berfireh şewat derketin. Esas felaket, felaketa rêveberiyê ye. Li dijî vê bergirî negirtin felaketa herî mezin e. Niha li Tirkiyeyê felaketa rêveberiyê heye û bi sefaletê re rûbirû ye. Desthilatê berpirsyartiya xwe bi cih neanî, hişyarî guhdar nekirin.”   ALOZIYA CIVAKÎ   Sancar, diyar kir ku desthilat bi nîşandana berpirsyartiya şaredariyan ketiye derdê ji berpirsyartiyê bireve û wiha berdewam kir: “Bi avêtina holê ya hin teoriyan dixwazin aloziya civakî derxînin. Lê em bawer dikin ku rêya xelasiya ji vê felaketê di piştevaniya civakî û hevkariya demokratîk de derbas dibe. Li Tirkiyeyê bi awayekî lezgîn peywîr dikeve ser mûxalefeta siyasal jî û hêzên demokratîk jî. Ev jî encax bi yekitiya hêza siyasal û piştevaniya civakî pêkane. HDP amadeye ku her cure berpirsyartiyê bigire ser xwe.”   BILA MECLÎS BI LEZ KOM BIBE   Sancar, bang kir ku Meclîs bi rojeva şewatan bi awayekî rewşa awarte kom bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila hemû partiyên mûxalîf îmzeyên hevpar bidin, 120 îmze têra dike, evqas hejmara me heye. Werin em bi awayekî rewşa awarte bang li Meclîsê bikin. Hem em berpirsyartiyan niqaş bikin hem jî bi hev re van lêkolîn bikin û xebatan bidin destpêkirin.”   ‘EM LÎSTIKAN XERA BIKIN’   Sancar, herî dawî wiha got: “Bila tu kes guhê xwe nede wan kesên li vî welatî mirovan tînin li hemberî hev. Em ji bo hevratiyeke demokratîk amadene ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”   Şaredarê Mîlasê Mûhammed Tokat jî sipasiya xwe pêşkeşî Sancar û şandeya pê re kir û diyar kir ku serdanên wisa ji bo pêşveçûna krîterên demokratîk tevkariyeke. Tokat, da zanîn ku 5 roj in bi şewatê re têdikoşin û bi lêv kir ku niha ji hewayî jî alîkariyê digirin lê ew jî bi sînor e.”