Tûran: Berpirsên êrişên nîjadperest desthilat e 2021-07-21 13:09:46   ENQERE - Berdevkê Komîsyona Çandiniyê ya HDP'ê Ridvan Tûran, diyar kir ku berpirsê êrişên nîjadperest ên li dijî karkerên demsalî yên kurd desthilata AKP-MHP'ê ne.    Berdevkê Komîsyona Çandiniyê ya HDP'ê Parlamenter Ridvan Tûran, têkildarî êrişa nîjadperest a li Afyonê li dijî karkerên demsalî yên kurd pêk hatibû de daxuyaniyeke nivîskî da û êrişê şermezar kir û desthilata AKP-MHP'ê ji êrişê berpirsyar girt. Tûran, di destpêka daxuyaniya xwe de êrişê bi bir û xist û diyar kir ku ji ber axaftina bi kurdî êriş pêk hatiye û  Walîyê Afyonê bersiva telefonên wan nedaye û wiha got: "Êrîşa nîjatperest a li ser karkerên çandiniyê yên demsalî ne cara pêşî ye. Berpirsê vê êrîşa nîjatperest ku bi rengekî sîstematîk paritya me û gelê me kiriye hedef siyaseta dubendî ya AKP-MHP'ê ye."   Di berdewamê de Tûran, destnîşan kir ku êrîş encama polîtîka û zimanê nefretê yê bi salan e li dijî kurdan tê bikaranîne û tenê yek rengî dihebîne û tehdê li rengên din dike û ev tişt got: "Ev polîtîka dibe sedema çanda lîncê ku van salên dawî her ku diçe zêde dibe û dibe rewşeke asayî. Nexasim hin kom xwe dixin cihê otorîteya dewletê, karkerên demsalî weke ku sûcdar bin dibînin û êrîşa li ser karkerên demsalî meşrû dikin.''Em êrîşa nîjatperst şermezar dikin! Berpirsê van êrîşên wiha desthilata AKP ye. Ji bo ku rûdanên mezintir çênebin, desthilat demildest divê dev ji zimanê ku cihêtiyê dike biqere, li heremên ku karkarên çandî diçinê divê pêşî tundiya li ser wan bigire û ewlehiya wan a jiyanê biparêze.''