Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e 2021-07-12 14:45:07   ÎDIR - Tulay Hatîmogûllari ya HDP'î, diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkên Tirkiyeyê polîtîkaya neçareserkirina Pirsgirêka Kurd e û got ku HDP fikra rizgariya hevpar a gel, bawerî û jinan e.   Rêxistina HDP'ê ya Îdirê, bi beşdariya endam û rêveberên xwe civînek li dar xist û nîqaşa pêvajoya siyasî û xebatên ku bi rê ve dibin kir. Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tulay Hatimogûllari, parlamenterên HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Mûrat Sarisaç jî tevlî civînê bûn.   TIFAQA DEMOKRASIYÊ   Tulay Hatimogûllari, di civînê de axivî û diyar kir ku AKP-MHP ji aloziyê xwedî dibin û wiha got: "Ev alozî bi êrişên li dijî gelê kurd ava dibe. Bi xwedîderketina Denîz Poyraz pêşî li vê tarîbûna welat hatiye girtin. Divê em vê xwedîderketinê bidomînin. Doza girtina HDP'ê jî rast e rast bi pergala ku desthilat dixwaze ava bike ve girêdayiye. Li dijî împaratoriya ku bi binçavkirin û girtinan tê xwestin bê avakirin divê tifaqa demokrasiyê bê bihêzkirin.    PARADÎGMAYA RIZGARIYA HEVPAR   Di berdewama axaftina xwe de Hatimogûllari ev nirxandin kirin: "Daketina qadê û diyaloxa bi rêxistinên civakî û hêzên şoreşger re ji bo vegotina sedema girtina partiya me pir girîng e. HDP, paradîgma, fikr, bîrdozî û baweriya rizgariya hevpar aciwan, ekolojîst, parastvanên mafê mirovan, tevgerên jin û sosyalîstan,hêzên şoreşger û demokrasiyê yên Tirkiyeyê û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. HDP di dilê me de ye. Heke tabeleya HDP'ê daxînin jî nikarin HDP'ê ji dilê me derbixin."   TÊKILIYA TECRÎDÊ YA BI ŞER RE   Di dawiya axaftina xwe de Hatimogûllari, bal kişand ser polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û têkildarî mijarê ev tişt got: "Piştî nenaskirina Mutabaqata Dolmabahçeyê û girtina deriyên Îmraliyê, welat bêtir ber bi aloziyê ve çû. Bi rakirina tecrîdê re wê ji bo çarerserkirina pirsgirêkên welat pêşveçûn çê bibe. Heke tecrîd rabe wê tu pirsgirêkek bi Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nemîne. Rakirina tecrîdê ji bo aştiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê jî gelek girîng e."   Wê bernameya heyeta HDP'î ya li bajar bi serdana esnaf û civînên bi gel re berdewam bike.