Meclîsa HDP’ê: Çareserî bi têkoşîna li dijî tecrîdê pêkane 2021-06-07 13:49:52   ENQERE - Meclîsa HDP’ê, ya ku ji bo kûrbûna krîza siyasî binirxîne civiya, di encama danezana xwe de bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û got: “Têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna çareseriya aştî û demokratîk e.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), a bi serokatiya hevserokên partiya xwe Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar di 5’ê Hezîrana 2021’an de kombû, encama danezana civînê aşkera kir. HDP’ê di daxuyaniyê de ragihand ku pêwîstî bi danîna xeteke nû ya têkoşînê heye ku hêzên demokrasî û aştîxwaz hemû tevlî bibin.    HDP'ê di dewama danezana xwe de wiha got: "Destên qirêj ên ku beriya çend salan dewlet bi rê ve dibirin, gotibûn ku eger kevirek ji dîwarê ji bo nixumandina kiryarên derveyî hiqûqê û kuştinên kiryarên nediyar lê kirine bê kişandin, wê ev dîwar hilweşe û hemû di bin de bimînin.   Têkoşîn û vîna hevpar a gelan; bindest, kedkar, jin û ciwanên ku di nav tifaqa demokrasiyê ya herî fireh de hatine cem hev dikarin wî kevirî bikişînin. Lewma banga me li her kesên xwedî wijdan e: Werin em hêza xwe bikin yek û bi hev re wî kevirî ji dîwêr bikişînin û vê pergala tarî biguherînin.   PIRSGIRÊKA KURD   Dema em li bingeha têkiliyên qirêj ên mafya û desthilatê yên rizî ku van rojên dawî derdikevin holê dinerin, careke din tê dîtin ku sedemê bingehîn neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Tiştên vê dawiyê tên jiyîn dide nişandan ku heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, konsepte şer û pevçûn, têkiliyên derveyî hiqûqê, pergala sûc û çetebûyîn bi bi dawî nabe. An em ê vê pergala mafyatîk bi hev re biguherînin an jî wê ev pergal xwe nû bike û bi dehan salan bi vê hişmendiya xwe ya qirêj  ve pêkanîn xwe bidomîne.    TECRÎD   Em careke din destnîşan dikin ku polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd û tecrîda li Îmraliyê tên heman wateyê. Polîtîkayên ewlehiyê, şer û tecrîdê hev xwedî dikin. Em bi israr dibêjin ku têkoşîna li dijî neçareseriyê, bi mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê dibe. Têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê û daxwaza rakirina tecrîdê di nav hev de ne. Têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna çareseriya aştî û demokratîk e.   TÊKOŞÎNA HEVPAR   Xerabiyeke herî mezin ku desthilata AKP’ê û MHP’ê li civaka Tirkiyeyê kir jî polîtîkayên qirqirina ekolojîk in. Ev pergaleke ku hawîrdor, ekolojî û xwezayê talan dike ye. Ji Îkîzdereyê heta Hopayê ji Saldayê heta Mûnzûr, ji Şêxana Wanê heta Avzemên Dersîmê, ji Çiyayê Cûdî heta Behra Marmarayê, ji Licê heta Çiyayên Qazê xweza pêşkeşî çend kesên alîgir tê kirin. Bi hatina ba hev a herkesên ku xweza û qadên wan ên jiyanê tên tunekirin, rêya çareseriyê dikare were vekirin. Em herkesê ku dixwazin ji vê pergalê xelas bin; karker, kedkar, esnaf, cotkar ên li pey nanê xwe, hemû tevgerên ekolojiyê û kesên xwedî hezkirina ax û xwezayê vedixwînin ku têkoşîna hevpar bilind bikin.   BERXWEDANA ÇANDΠ   Têkoşîneke herî girîng ku îro tê dayîn jî li dijî qirqirina çandê berxwedana çandî ye. Di serî de gelê kurd hemû çand û nasnameyên cuda ji aliyê desthilata AKP’ê û MHP’ê ve di bin xetereyeke qirqirinê de ne. Li dijî vê siyaseta înkar û asîmîlasyonê berxwedana çandî weke av û nan girîng e. Ji ber ku em dizanin ku civaka ku çand û zimanê xwe winda bike wê hişê xwe winda bike û bibe amûrê serdestan. Em ê di vê bingehê de mafê zimanê dayikê û çandê yê hemû gelan di bingeha siyaseta demokratîk de biparêzin û piştevaniyê bikin. Heta ku kurdî û hemû zimanên din mafê perwerdehiyê bi dest bixe em ê têkoşîna xwe bi awayekî biryardarî bidomînin.    TÊKOŞÎNA JINÊ   Tevgerên jinan ên ji bo mafên xwe û jiyana xwe bê navber têdikoşin jehrbira vê pergala çete ne. Ev pergal wiha naçe, pêşerojeke wekhev û demokratîk wê bi destên jinan bilind bibe.   ÇARESERÎ   Li dijî vê pergalê, bi hev re têkoşîn û tifaqa demokrasiyê ya herî fireh çareserî ye. Ji ber ku yên pêşeroja wan dixwazin reş bikin em hemû ne.  Ji ber wê yekê daxwaza me ya tifaqa demokrasiyê li gel anîna hev a kesên ji vê pergalê û polîtîkayên şer aciz in armanc dike. Desthilata AKP’ê û MHP’ê li dijî daxwazên azadiyê yên civakê sistbûneke cidî dijî. Mûxalefeta nikare xetên ku desthilatê diyarkirine derbas bin nikare baweriyê bide civakê û têbikoşe. Hemû beşên civakî yên ji desthilatê aciz in bila bizanin ku  HDP’ê wê  bi awayekî biryardarî mûxalefeta rast a Tirkiyeyê bike. Jehrbira vê rizîbûna ku weke vîrûsê belav dibe, tifaqa demokrasiyê ye.   HDP’Ê WÊ TÊBIKOŞE   HDP wê di van şertan de têkoşîna demokrasi û azadiyê ya li Tirkiyeyê, ligel hemû zextan wê bi biryardarî bimeşînin. Heke em hêzên xwe bikin yek wê derfetên qezençkirina me wê zêdetir bibe. Em ê pergala li vî welatî ya mafya, rant û talanê bi hev re biguherînin. Em ê teqez aştî, azadî û demokrasiyê bînin vî welatî.”