HDP’ê kampanyaya ‘Tûxle Bikişînin’ da destpêkirin 2021-06-05 14:15:26   ENQERE - HDP’ê îthafî gotina Mehmet Agar a “Em tûxleyek bikişînin wê dîwar hilweşe” bi daxwaza ku cînayetên “kiryarên wan nediyar” ronî bibin kampanyaya “Tûxle Bikişînin” da destpêkirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi daxwaza ronîkirina cînayetên “kiryarên wan nediyar” ên piştî îtîrafên rêveberê çete yê girêdayî dewletê Sedat Peker hatin rojevê, kampanya da destpêkirin. Wêzîrê Karên Navxweyî Mehmet Agar ê serdemê di pêvajoya sûîkasta rojnamevan Ûgûr Mûmcû de gotibû “Em tuxleyekî bikişînin wê dîwar hilweşe.” HDP’ê îthafî van gotinên Agar û ji bo balê bikişîne ser têkiliyên dewlet-mafya-çeteyan li ser medya sanal bi serenavê “#TûxleyîBikişînin (#ÇekinTuğlayı)” hashtag vekir.    ‘EM TÛXLAYÎ BIKIŞÎNIN’   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê beriya civîna Meclîsa Partiya xwe de axivî bi bîr xist ku piştî qetilkirina Ûgûr Mûmcû Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Mehmet Agar dema diçe cem malbatê, ji pirsa Guldal Mûmcû ya “Çima faîl nayên dîtin, çima ev tişt tên jiyîn?” re bersiva “Em tûxleyekî bikişînin wê dîwar hilweşe” dabû û wiha got: “Mixabin me wê demê nikarî wî tûxlayî bikişînin lê em mecbûrin ku vê pêk bînin. Werin em bi hev re vî tûxleyî bikişînin ku ev pergala tarî hilweşe. Tûxleyî bikişînin ku kiryarên nediyar ronî bibin, heqîqet derkeve holê. Werin em bi hev re wî tûxleyî bikişînin ku polîtîkayên îmha înkara pirsgirêka kurd û şerê qirêj,  bi dawî bibin. Em tûxlayî bikişînin ku rêya aştî û demokrasiyê vekin û vê pergala mafyatîk ji dîrokê tune bikin, em rêya nan, kar û azadiyê vekin, em talankirina xwezayê û qirkirina jinê bi dawî bikin. Em tûxleyî bikişînin ku polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin û dîl girtiyên siyasî azad bibin.”   BILA HESAB WERE PIRSÎN   Piştî axaftina Sancar têkildarî kampanyaya ku HDP’ê da destpêkirin gelek parvekirin hatin kirin. HDP’ê di parvekirinên xwe de cih da van gotinan: “Kesên ji bo vê pergala çeteyan bidomînin zarokên me qetil dikin, bihara me vedigerînin zivistanê bi sernakevin. #TûglayîBikişînin ku kujerên zarokan bên darizandin, hesabê Berkîn, Ûgûr, Ceylan, Enes û bi hezaran zarokên hatine qetilkirin were pirsîn. Em berpirsyarên cînayetên ku faîlên wan diyar ên li ser vê axê hatine kirin nas dikin. #TûxleBikişînin ku berpirsyarên cînayetan û sûcên li dijî civakê tên kirin hesabê bidin. Em bi gelê xwe û têkoşîna xwe bawer in, em ê rizîna ku têkiliyên mafya-çete-desthilatê afirandiye bi hev re rawestînin.”