‘Tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e' 2021-05-29 09:09:44 AMED - Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, destnîşan kir ku polîtîkayên Tirkiyeyên yên derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federê de, bi heman stratejiyan tên meşandin û got: "Tekane armanca Tirkiyeyê, jiholêrakirina statûya kurdan e."  Li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), di roja 37'an de didome. Serokê Giştî yê Partiya Komunîsta a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û Cîgirê Serokatiya Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya operasyona derveyî sînor a TSK'ê nirxandin.    ARMANC DESTEKEFTÎ NE    Kaya, diyar kir ku TSK, dixwaze bi operasyonên derveyî sînor li herêmê bi cî bibe û got: "Tirkiye, dixwaze bibe perçeyek wir. Dixwaze qadên petrolê bi dest bixe. Tirkiye, êdî qîma xwe bi hevlariya heyî ya bi Başûrê Kurdistanê nayne. Di bin van polîtîkayan de hesabine mezin hene. Piştî wextekê dê hewl bide destkeftiyên Başûr hemûyan ji holê rabike. Niha li Başûr mewziyên xwe ava dike. Efrîn, mînakek e ji bo van polîtîkayan. Demografiya wê guherandin. Ev nayê wateya ku dê heman tiştî li Başûr jî neke. Divê gel hay ji vê hebe. Tirkieye niha bixwaze jî dê nikaribe. Dewletên din hay ji vê hene û ez yeqîn dikim ku dê destûrê bidin Tirkiyeyê. Tirkiye, niha hewl dide umrê xwe yê li herêmê dirêj bike."    REFERANDÛMÊ BIBÎR XIST    Kaya, daxuyaniyên Hikûmeta Kurdistana Federe yên derbarê oeprasyonan de jî rexne kirin û got: "Naxwazin heqîqetê bibînin." Kaya, helwesta Tirkiyeyê ya ji bo referandûma Herêma Kurdistana Federe bibîr xist û got: "Heger hikûmeta Başûr wekî 'pirsgirêka di navbera PKK û Tirkiyeyê de' li van operasyonan binêre, hem xwe dixapîne hem jî gelê kurd." Kaya, destnîşan kir ku Tirkiye bi qereqolên ku çêkirine li Herêma Kurdistana Federe bi cî bûye û got: "Divê hikûmeta vê pirsê bike: Ma ev ne dagirkerî ye? Jixwe bi rizaya Başûr dikin, ev rezaleteke pir mezin e. Helwesta Başûr a ji bo operasyonan ku dibêje 'pirsgirêka di navbera PKK û Tirkiyeyê de', helwesta wê ya ji bo pêşeroja kurdan e û astengiyeke mezin e li ber yekîtiya neteweyî."    Kaya, anî ziman ku divê rojeva sereke ya kurdan li dijî operasyonan yekîtî be.    ARMANCA TIRKIYEYÊ    Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek jî anî ziman ku îro ro kurd li Rojhilata Navîn di serdemeke bi destxistina statuya xwe de ne û got: "Tirkiye, polîtîkaya xwe ya li hemberî kurdan guherand û dest bi êrîşan kir. Operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Herêma Kurdistana Federe ji ber vê ne." Çîftyurek, destnîşan kir ku tekane armanca Tirkiyeyê jiholêrakirina statûya kurdan e û got: "Mesele ne meseleya partî û rêxistinê ye. Tirkiye êdî li gor vê gavan davêje."    ‘BÊDENGÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN'    Çîftyurek, anî ziman ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe bi heman stratejiyê tên kirin û got: "Ji dîwarê ku lê kiriye jî tê fêmkirin. Tenê ne li Rojavayê, heman dîwar li Başûr jî lê kiriye. Li Rojavayê saziyên dewletê, banke, PTT, dibistan û tiştên din vedike û li Başûr jî polîtîkayên eskerî birêve dibe. Lê dê ev siyaset û plan bi ser nekevin. Ew ê li Garê, Şengal û Rojavayê bixitimin. Lewma em bang li Tirkiyeyê dikin ku demildest dev ji van polîtîkayan berda û ji bo aştiyê rêyekê peyda bike. Em polîtîkayên Tirkiyeyên li Efrînê qebûl nakin. Dengê ku ji bo Filîstînê derxistin, çima ji bo Efrînê dernaxin? Armanca operasyonên Tirkiyeyê ne PKK'ê ye, tevahiya Kurdistanê ye. Lewma em bêdengiya li hemberî van êrîşên Tirkiyeyê qebûl nakin."    BANGAWAZΠ   Çîftyurek jî helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe ya ji bo operasyonan rexne kir û got: "Divê Başûr polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî herêmê qebûl neke. Ji lew re te nas nake û polîtîkaya wê li dijî te ye. Bang li tevahiya kurdan dikim: Em bîrdoziyên xwe deynin aliyekî û ji bo destkeftiyên xwe bi yek bin. Gava em bi yek bin, em ê karibin pirsgirêkên xwe çaresr bikin."    MA / Ergîn Çaglar - Cengîz Ozbasar