Parlamenteriya Konca betal dikin 2017-10-03 15:52:26   ENQERE - Di yekemîn rûniştina Lijneya Giştî ya Meclisê ya sala nû de dê parlamenteriya Besîme Konca ya HDP’î betal bikin.      Di yekemîn rûniştina Lijneya Giştî ya Meclisê ya  sala nû de, dê wekîltiya parlamentera HDP’a Sêrtê Besîme Konca betal bikin. Lijneya Giştî ya Meclîsê ku dê îro kom bibe, piştî axaftinên ji derveyî rojevê, dê tezkereya serokwezir a têkildarî Besîme Konca amade kirî, bê xwendin. Piştî ku tezkere li civata giştî hat xwendin dê wekîltiya Konca bê betalkirin. Dadgeha Edlî ya Herêmî ya Dîlokê, derbarê Konca de bi sûcdariya “Propagandaya rêxistinê kiriye” biryara dadgeha herêmî ya cezayê 2,5 girtîhê cih de dîtibû.