Gunay: Tecrîdê rakin û pergala Îmraliyê bi dawî bikin 2021-04-23 11:53:49 ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku divê êdî dengê girtiyan ku olan dide were bihîstin û got: "Dawî li van polîtîkayên xwe yên tecrîdê bînin. Rojek berî rojekê werin ser rêya heqîqetê. Tecrîda li ser birêz Ocalan rakin û pergala Îmraliyê êdî bi dawî bikin."     Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand.    Ebrû Gunay di civînê de bi kurmancî li ser rojeva tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan û pilanên hewldana destwerdana li dijî Şengalê axivî.    Axaftina Gunay a bi kurmancî wiha ye:    "Ev hikûmet di polîtîkayên xwe yên şer de dewam dike. Her ku diçe polîtîkaya xwe ya tecrîdê kûrtir û belavtir dike. Binêrin gireva birçîbûnê îro gihaştiye roja 146an (sed û çil û şeşan). Ev polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê, ev zext û zordarî, ev faşîzm êdî sînorên dawî jî derbas kiriye. Li Tirkiyeyê hemû hikûmetan desthilatiya xwe ewilî li ser girtîgehan ferz kiriye û ji wir dest bi faşîzma xwe kiriye. Îro li girtîgehan mafên sereke yên mirovahiyê tên binpêkirin. Dijminatiya herî zêde li girtîgehan tê meşandin. Tu îrade, tu kesekî xwedî rûmet, êdî vê neheqiyê qebûl nake û li dijî van polîtîkayan li ber xwe dide.     Do jî Saziyên Civaka Sivîl li ser rewşa girtîgehan daxuyaniyekê dan. Hemûyan bang li hikûmetê kir û got; berpirsyar hikûmet bi xwe ye. Daxwazên rewa yên girtiyan qebûl bikin.    TECRÎDÊ RAKIN    Em dîsa û dîsa bang dikin; dengê ku îro êdî ji 107 (sed û heft) girtîgehan olan dide êdî bibihîsin û berpisyariyên xwe bînin cî. Dawî li van polîtîkayên xwe yên tecrîdê bînin. Ji bo rewşa girtiyan zêdetir nekeve xeterê werin ser rêya edaletê. Rojek berî rojekê werin ser rêya heqîqetê. Tecrîda li ser birêz Ocalan rakin û pergala Îmraliyê êdî bi dawî bikin.    REWŞA ŞENGALÊ     Bi sedan sal e Êzidiyên Şengalê li dijî planên tunekirinê li ber xwe didin û şerê man û nemanê dimeşînin. Heftê û çar caran rastî ferman, komkujî û koçberiyê hatin. Herî dawî di sala 2014’an de çeteyên DAIŞê komkujiyeke mezin pêk anîn. Gelê Şengalê jî piştî fermanê, ji bo parastina xwe rêveberiyeke xweser ava kirin û bi vî awayî heta îro parastina xwe kir. Lê belê îro jî desthilatdarên herêmê dixwazin bi lîstikên xwe aloziyê derxin û gelê Şengalê bixin bin kontrola xwe û wan bêparastin bihêlin. Em dibêjin: Biryar biryara gelê Şengalê ye. Gelê Şengalê kîjan statuyê bixwaze divê her kes rêzê li îradeya wan re bigire. Xweparastin û xweserî wekî hemû gelan mafê gelê Şengalê ye jî.