Ji Beştaş ji bo Bahçelî: Êdî çîrokên wan nemane 2021-04-15 10:31:58 ENQERE - Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî îdiaya ku dibêjin Hamza Adiyaman ne di Çemê Zapê de fetisiye li kampa PKK’ê ye û partiya wan hedef tê nîşandan wiha got: “Bi rastî jî êdî çîrokên wan nîn in. Li ser derewan propagandayê bi rê ve dibin.”    Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş derbarê Hamza Adiyaman ê tê gotin di sala 2016’an de di Çemê Zapê de winda bûye û li gel vê yekê jî malbata wî anîne ber avahiya HDP’a Amedê dane rûniştandin di 26’ê çile de li Desteya Giştî ya Meclîsê axaftinek kiribû. Piştî du meh û nîvan medya nêzî îqtidarê axaftina Daniş Beştaş kirin hedef. Medya nêzî îqtidarê îdia dike ku Adiyaman li kampa PKK’ê ye û wêneyê parve kir jî aydê Adiyaman nîşan dan. Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) Devlet Bahçelî çend roj berê têkildarî mijara windabûna Adiyaman, Meral Daniş Beştaş kir hedef û bang kir ku fezleke derbarê wê de bişînin Meclîsê.    Meral Daniş Beştaş bersiva îdiayên bûne mijara gotinê da û destnîşan kir ku wê di axaftina xwe ya Meclîsê de gotiye “Kesên di ava Zapê de winda dibin jî hûn li ber avahiya HDP’ê li wan digerin û piştî vê yekê du meh û nîv derbas bûye Devlet Bahçelî wan hedef nîşan daye.    ‘ME SIYASETA DEREWKAR RED KIR’    Beştaş anî ziman ku medya îqtidarê axaftina wê kiriye hedef û pişt re Bahçelî ketiye tevgerê. Beştaş diyar kir ku bêyî delîl û belgeyên wan nebin ew tiştekî nabêjin û wan her tim siyaseta derewkar red kirine. Beştaş anî ziman kul i gorî daxuyaniyên fermî ku Waliyê Colemêrgê Yakûp Canpolat daye jî Hamza Adiyaman di ava Çemê Zapê de winda bûye û walî bi xwe gotiye ku xebatên wan lêgerîna ji bo Adiyaman didome.    ŞAMÎL TAYYAR BERIYA NIHA BI 6 SALAN BELAV KIRIYE    Beştaş destnîşan kir ku wêneyê ku ji aliyê medya îqtidarê ve tê gotin aydê Hamza Adiyaman e di sala 2015’an de ji aliyê rêveberê navenda AKP’ê yê niha Şamîl Tayyar ve hatiye parvekirin û beriya Hamza Adiyaman winda bibe ev wêne gelek caran hatiye parvekirin. Beştaş got wêneyê tê parvekirin ne rast e û bi vî wêneyî xefikek eşkere datînin pêşiya partiya wan. Beştaş da zanîn ku ew partiyek dixwazin tevahiya malbatên liv î welatî din ava demorkasî û aştiyê de bijîn û ji bo ev yek pêk were jî çi ji destê wan tê dikin û ji bo demokrasî û aştiyê jî partiyek ku bedel didin e.    ‘ÊDÎ ÇÎROKÊN WAN NEMANE’    Beştaş anî ziman ku ji mirinên diqewimin tevahiya partiyên siyasî berpirsiyar in û wiha got: “Wezîfeya bingehîn a partiyên siyasî ew e ku şer rawestînin û aştiyê tesîs bikin. Em neçarin di meseleyan hemû de nexşereyêk deynin holê. Qelebalix û hedef nîşandana li ser vî wêneyî nîşan didin, a rast viya tîne bîra mirov; Bi rastî jî êdî çîrokan wan nemane. Li ser derewan propagandayek bi rê ve dibin. Tenê ne propaganda, di heman demê de hedef nîşan didin, reş dikin û gef dixwin. Me derbarê van tiştên tên gotin de bi belge û agahiyan tev de danî holê. Serokê partiyek radibe min îşaret dike û hedef nîşan dide û dibêje ‘divê demildest fezleke were’. Ev tê çi maneyê? Gelo siyaset wisa tê kirin? Hêza îqtidara xwe wek şivekê li ser partiyên muxalefetê bikar tîne. Ev tişta dikin ne siyaset e. Gelo pêwîstî pê nîne ku agahiyên ji wan re tên piştrast bikin? Ka bila bipirsin van agahiyên şaş û vî aqilî kî dide wan? Em ê rêbaza wan bikar neynin. Em ê nekevin xefika wan. Em di wê baweriyê de ne ku rêveberiyek hin baştir li vî welatî tesîs bikin.”    MA / Dîren Yurtsever