Tecrîda li dijî Ocalan di sohbeta bi gel re derket pêş 2021-04-07 14:13:57   MERSÎN – Hevserokên KCD û DBP’ê di roja 3’emîn a hevdîtinên xwe yên li Mersînê li navçeya Akdenîzê bi gel re hatin gel hev. Di hevdîtinê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derket pêş û welatiyan pêşniyar kir ku li dijî tecrîdê bername û çalakiyên berfirehtir bên kirin.    Hevdîtinên Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir ku bi şîara “Li dijî faşîzmê em xwe bi rêxistin bikin” dabûn destpêkirin di roja 3’emîn de didomin. Parlamenterên HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Mûazez Orhan jî îro tevlî hevdîtinên hevserokan bûn û li Nûnertiya HDP’ê ya Taxa Çîlekê ya navçeya Akdenîzê dest bi hevdîtinan kirin.    OZTURK: WÊ PÊŞEROJA ROJHILATA NAVÎN BÊ DIYARKIRIN   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, li vir axivî û bi bîr xist ku zêdetirî 4 mehan e xebatan dimeşînin û wiha got: “Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û bi têkoşîna xwe pêşeroja xwe ya 100 salan diyar dikin. Di serî de kurd bi têkoşîna ku bê dayîn dê pêşeroja Rojhilata Navîn bê diyarkirin. Di pîrozahiyên 8’ê Adarê û Newrozê de gel got ku birêz Ocalan vîna me wan e, tecrîdê qebûl nakin, li dijî polîtîkayên li ser birêz Ocalan dertên. Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan didomin. Divê em bar li ser milê xwe nehêlin. Heke tiştek jî bê serê girtiyan berpirsyar em siyasetmedar in. Divê gel bertekên xwe yên li dijî tecrîdê nîşan bidin.”   OCALAN HESABÊN DESTHILAT XERA KIR   Di berdewamê de Ozturk, destnîşan kir ku têkoşîna Ocalan li hesabên dewlet û desthilatan nayê û ev tişt anî ziman: “Gel ji kurdbûna xwe şerm dikir. Bi têkoşîna ku hat dayîn kurdan xwe nas kir. Kurdan tu carî serî netewand. Ev jî bi saya têkoşîna Ocalan bû. Liv ê erdnîgariyê gelên bi rûmet dijîn. Yek ji van gelan jî kurd in.”   AYDENÎZ: DIVÊ STATUYA KURDAN HEBE   Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz jî destnîşan kir ku desthilat polîtîkayên şerên taybet li ser kurdan dimeşîne û wiha got: “100 sal in dewleta tirk şerekî qirêj li ser kurdan de dimeşîne. Desthilat êrişî goristanên me, jin û ciwan û civaka me dike. Pergala ku îro li kurdan tê ferzkirin pergala tunebûnê ye. 25 milyon kurd hene, divê zimanê zikmakî û statuya kurdan hebe. Tirkiye dimik bi darbeyên leşkerî tê hişê mirov lê 6 sal in darbeyên siyasî pêk tên. Bêyî kurdan êdî tu hesab nikarin bên kirin.”   LI DIJÎ TECRÎDÊ ÇALAKIYÊN BERFIREHTIR DIVÊN   Welatiyên ku tevlî hevdîtinan bûn jî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî recrîda li ser Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin û gotin li dijî tecrîdê pêwistî bi bername û çalakiyên berfirehtir heye. Her wiha welatiyan gazinên xwe yên ji ber qrîza aborî jî anîn ziman û destnîşan kirin ku ji bo destê xwe li ber kesî venekin kooperatif bên avakirin.    Piştî vê hevdînê heyet derbasî serdanên malbatan bû.