HDP’ê ji PDK'ê xwest êdî siyaseta Enqereyê bibînin 2017-10-03 10:11:32 STENBOL – Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, bal kişand ser siyaseta Enqere, Şam, Tahran û Bexdayê ya dijberiya kurdan dike û ji PDK'ê ya bi AKP'ê re îtîfaq dikir xwest ku êdî vê siyaseta li dijî kurdan bibînin û hişyariyên HDP'ê li ber çavan bigirin.  Di 23'ê Îlonê de li ser daxwaza Erdogan CHP, AKP-MHP bûn yek û bi lez biryara teskereyê li meclîsê erê kirin. Di 1'ê Cotmehê destpêka vekirina meclîsa Tirkiye de wekîlên HDP'ê li dijî girtina parlamenterên HDP'ê neçûn meclîsê û li şûna meclîsê li ber deriyê Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan lê girtî ne daxuyanî dan çapemeniyê. HDP, bi çalakiyên xwe êdî dixwaze polîtikayên AKP-MHP’ê yên dijberî kurdan bêtir bên dîtin û xuyakirin. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, têkildarî biryara teskereyê û vekirina meclîsê ji Ajansa Mezopotamya re axivî.    Baydemîr, diyar kir ku di demokrasiyan de meclîs mabet e û wiha got: "Li meclîsan vîna gelan divê serdest be. Lê îro li TBMM’ê tiştekî wisa tune ye. Di tu serdeman de ew qas vîna gel nehatiye binpêkirin. Koalîsyona AKP-MHP'ê meclîs kirine notera partiya îktîdarê. Meclîs ji vîna gel a serbixwe dûr ketkiye. Hevserokê partiya 3’emîn a meclîsê îro girtî ye. Ger ku îro meseleyên sereke yên welat tên axaftin û sazunankarê partiya sêyemîn ne li meclîsê bin meşruiyeta meclîsê  kriz e. Di 4'ê mijdarê de darbe li parlamentoyê xistin. Ji ber vê yekê me got di 1'ê Îlonê de ji bo em balê bikişînin ser vê yekê em naçin meclîsê. "      Baydemîr, anî ziman ku her çend meclîsê rola xwe winda kiriye jî ji bo nîje li dîrokê binivîsin li meclîsê cihê xwe digirin û wiha got: "Me li dijî van polîtîkayên înkarê seknek nîşan da. Niha AKP -MHP polîtîkayên înkar û gefan dixin jiyanê. Dixwazin faşîzmê bikin sazî û rewa bikin. Li dijî vê yekê me meclîs terk nekir û me bêdeng neman. Me tu carî serî netewand û em dê hewldanên xwe yên serî netewandinê bidomînin."   Baydemîr, destnîşan kir ku di biryara teskereya dawî de hat dîtin ku fikrên dayik û bavên leşkeran li ber çavan nayên girtin û wiha berdewam kir: "Tenê HDP li dijî biryara teskereyê derket. Wekîlên ku li meclîsê teskere erê kirin yek jî zarok û xizmên wan naçin şer. Yên ku zarokên wan biçin şer zarokên xizanan in. Îro meclîs ji şer e çavkaniyê ava dike. Em bang li kesên ji bo findik û tirî dimeşin dikin û em dibêjin meşa we rewa ye. Planên AKP, MHP'ê her roj bêtir Tirkiye dixe xizmeta welatên derve. Binerin duh nikaribû firengan bifiroşe, îro fuzeyên S-400 ji wan dikire. Ji ber ku hêj heviyê bi polîtîkayên şer ve girê dide. Tawîzan dide Rusya. Ji bo ku dawî li van polîtîkayan bîne divê berî her tiştî dest ji dijminantiya kurdan berdin. Îktîdarê piştî pêvajoya çareseriyê xera kir 20 Milyar TL ji şer re veqetandiye. Van pereyan ji bêrîka gel derdixin û didin şer."     DIVÊ HÛN ZELAL BIN   Baydemîr bi awayekî veşarî polîtîkayên CHP'ê jî rexne kir û xwest êdî xwe zelal bikin. Baydemir, destnîşan kir ku HDP li gorî rêgezan tev digere û wiha got: "Em dibêjin ji bo her kesî edalet azadî û demokrasî. Divê her kes di nav de cih bigire. Em bang li hêzên demokrasiyê dikin ku pratîk û gotinên we ne li dijî hev bin. Hem ji bo edaletê bimeşin û hem jî erka edaletê pêk nînin nabe. Hûn dê bêjin li vî welatî edalet tune. Dema kurd edaletê dixwazin jî hûn pişta xwe didin wan. Wê demê tu cudahiya we ji MHP û AKP’ê mamine. "    Demîrtaş, bal kişand ser helwesta li dijî referandumê û wiha got: "Dema mijar dibe kurd yên islamê diparêzin dibêjin ummet perçe dibe. Tenê li axa ereban 54 devlet hene. Lê dema mijar dibe kurd dixwazin bi tazî û birçîbûnê terbiye bikin. Hûn ji bo ambargoya Gazzê qiyametê radikin, lê li dijî Kurdan ambargo datinin. Ev ne misilmantî ye. Ev ne ummetî ye. Ev durûti ye."    EM BANG LI BARZANÎ DIKIN KU PIŞTGIRIYÊ NEDIN   Baydemîr, herî dawî bal kişand ser polîtîkayên Tahran, Bexda, Şam û Enqereyê û wiha got: "Ev politîkaya 70 salan e. Divê kurd êdî ji bo aştî, wekhevî û yekitiyê bibin îtîfaq. Siyaset û partiyên wan çi dibe bila bibe divê bibin yek. Divê li dora Yekîtiya Neteweya kurd bibin yek. 3 salan me ji birayên xwe re got Dijminên bav û kalan nabin dostên lawan. Lê me ew îkna nekirin. Em dibêjin niha rûpoşê AKP’ê ket xwar û êdî siyaseta wê bibînin. Em dibêjin tu cudahiya AKP û MHP’ê ji hev tune ye. Em bang li barzanî dikin û dixwazin êdî hişyariyên me guhdar bikin. Ez hêvî dikin ku teskere û ketina maskeya AKP û MHP’ê ji xwe re bikin hişyarî.    MA / Kenan Kirkaya