Di Şêwira Yekîtiya Neteweyî de banga yekîtiyê 2017-10-02 16:26:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Beşdarên Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê helwestên partiyên ku beşdarî şêwirê nebûne rexne kirin û banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê kirin. Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê di roja dûyemîn de bi nêrîn û pêşniyaran didome. Nûneran banga avakirina lêvegereke kurdî kirin û gotin ku eger hin alî beşdarî kongere nebin jî gereke Kongreya Netewî were lidarxisitn. Berxwedaniya gelê kurd li hemberî terorê jî di şêwirê de cih girt. Nûnerên kongre Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)silav kirin û banga avakirina artêşake Kurdî ku li dijî xeteriya li ser her çar parçeyê Kurdistasnê şer bike, kirin. Di şêwirê de her wiha komkujiyên ku li hember gelê kurd hatin kirin, hate bibîrxistin, di vê çarçoveyê de hate gotin ku tekan e riya ku ewlehiya gelê kurd misoger dike, lidarxisitna kongereyeke netewî ye. Nûnerê Partiya Azadî ya Kurdistanê li Rojava aliyên ku beşdarî şêwirê nebûne rexne kir û got: “Li ser rûpelên xwe weşandibûn û ji me re gotin ku em tevlî Partiya Karker a Kurdisatnê bûne, tenê ji ber ku beşdarî hevdîtinan bûne. Ez li vir dibêjin ku ez bi Partiya Kerker a Kurdistanê serbilind in. Lê em beşdarî şêwirê bûne ji ber ku em kurd in.”   EGER ENKS XWE ZELAL NEKE BILA JI KOALISYONA SÛRIYE VEKIŞE   Hin aliyan din jî helwesta kesên ku beşdarî şêwirên nebûne rexne kirin û daxwaz ji ENKS‘ê kir ku eger helwestê xwe yê netewî û kurdiyatî zelal nekin bila ji Koalîsyona Sûriye vekişe. Beşdarên hevdîtinan bagna lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê kirin û gotin ku kongere bêyî nebeşdarbûna partiyên kurdî divê di zûtirîn demê de pêk were û bal kişand ku ew dikarin biryarên ji bo pêşeroja gelê kurd bigirin. Doza gelê êzidî jî di şêwirê de nîqaşan de cih girt. Nûnerê gelê diyar kir ku ew gelê êzidî ew Kongereya Netewî feriz dikin ku bi navê wan bi axive û çerenûsa wan diyar bike. Tê payîn ku şêwirî dê danê êvarî reşnîvisa pêşniyaran a ku wekî belgeya Rojava ji bo Kongreya Netewî ya Kurdistanê were nîqaşkirin.