Heverokên Giştî yên HDP'ê Bîden pîroz kirin 2020-11-08 13:32:20 ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, ji bo Joe Bîden ê weke Serokê Amerîkayê hat hilbijartin û Cîgira wî Kamala Harrîs peyama pîrozbahiyê weşandin û ji wan xwest ku pêşî bidin polîtîkayên derveyî welat ên aştiyane.   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, ji bo Joe Bîden ê weke Serokê Amerîkayê hat hilbijartin û Cîgira wî Kamala Harrîs peyama pîrozbahiyê weşand. Di peyama ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê ve hat de, wiha hat gotin: "Em li ser navê Partiya Demokratîk a Gelan, ji ber ku hûn weke Serokê Amerîkayê hatin hilbijartin we pîroz dikin. Em hilbijartina Birêz Kamala Harrîs jî a ji bo Alîkariya Serok, di dîroka demokrasiya Amerîkayê de, weke serkeftineke girîng û xala werçerxê dibînin."   Di dewama peyamê de wiha hat gotin: "Divê pêşî ji bo polîtîkayên derveyî welat ên aştiyane û sincê bên dayîn."