Uca: Berxwedana Kobanê bû roja rizgariya gelan 2020-11-01 16:26:45   ÊLIH - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, di kongreya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Êlihê de 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got: "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê roja rizgariya gelan e. Berxwedana Kobanê bûye damara berxwedana Kurdan."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Navendî ya Êlihê 3'emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. HDP'ê kongre li salonek dawetê ya Êlihê pêk anî. Parlamenterên HDP'ê yên Êlihê Feleknas Uca, Nejdet Îpekyuz û Mehmet Ruştu Tiryakî, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek rêveberên HDP'ê amade bûn. Li salona kongreyê "Emê tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin" û "Em xwe diparêzin" vekirin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, di kongreyê de 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got: "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê roja rizgariya gelan e. Berxwedana Kobanê bûye damara berxwedana Kurdan. Tecrid didome. Tecrîd 21 salin didome. Tecrîda li Îmraliyê li ser gelê Kurt tê meşandin. Îro peymana Şengalê, ambargoya li ser Mexmûrê dagirkeriya li ser axa Başûr encama vê tecrîdê ne. Lê heta niha gelê Kurd tu carî gav paşve neavêtiye û ji niha û şûnde jî gavan paşve navêje. Tirsa wan ji berxwedana Kurdan e."    Piştî axaftinan ji bo rêveberiya nû hilbijartin pêk hat. HDP'ê bi yek lîsteyê hilbijartin pêk anî. Ji bo Hevserokatiya Navçeya Navendî ya HDP'ê Azat Esin û Gurbet Dogan hatin hilbijartin.