Onlu: Bi doza Gulistan Dokû çit ê veşartin? 2020-10-22 13:53:15   DERSIM – Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, diyar kir ku jinûve destpêkirina lêgerîna li bendavê ya ji bo Gulistan Dokû xapandina raya giştî ye û ev pirs kir: “Bi doza Gulistan Dokû çi tê veşartin?”   Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, jinûve lêgerîna li bendavê ya ji bo xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû bi pêşnûmepirsekê bir rojeva meclisê. Onlu, di pêşnûmeya xwe de jinûve destpêkirina lêgerîna li bendavê ya ji bo Dokû weke xapandina raya giştî pênase kir û bi lêv kir ku bi gumana “întiharê” ji bo Dokû lêgerîn hatine kirin lê tu encam ji wan derneketiye.   Onlû, di pêşnûmeya xwe de xwest ku giringiya di xebatên lêgerînê yên ji bo Dokû de tê nîşandan di lêpirsînê de bê nîşandan û derbarê mijarê de bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bibersivîne gelek pirs kirin.    Çend pirsên ku Onlu ji Soylû kirin wiha ne:   "* Çima xebatên lêgerînê yên ji bo Gulisan Dokû li bendavê hatine destpêkirin? Di vê derbarê de agahiyeke nû, delîl hatine dîtin? Ango di lêgerînan de teknîkeke nû tê bikaranîn?   * Giringiya ku ji bo lêgerînê tê nîşandan çima ji bo lêpirsînê nayê nîşandan?   * Bi doza Gulistan Dokû çit ê veşartin? Polîtîkayên biyanîkirinê û çeteyên fûhûş û hişbirê yên li Dersimê tên parastin?    * Çima angaştên ku bi pereyan têkiliya zayendî ya bi Walî, Qaymeqam û paye bilindên dewletê re li xwendekarên zanîngehê tê ferzkirin nayên lêpirsînkirin? Sedema vê çî ye?   * Gulistan Dokû bû şahidê çi û çi li hat ferzkirin ku bi awayekî guman hat windakirin?    * Li gel ku aşkera li holê ye rojek berî windabûna xwe Gulistan Dokû ji aliyê Zaynal Abarkov ve hatiye desteserkirin jî çima li ser gumana “întîharê” tê rawestandin? Ji bo ku ev weke dozeke cînayetê bê nirandin û lêpirsîn bê destpêkirin divê hê çi bibe?   * Çima biryara bi zorê anînê ya derbarê gumanê serkeş Zaynal Abarakov nayê pêkanîn? Kîjan hêz vî kesî û bavê wî yê karmendê polis diparêze?