'AKP bi jahriya metanê ketiye' 2017-10-01 16:44:36   STENBOL – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan, peyam ji Koma HDP'ê ya Meclîsê ku rastî barîkata polisan hat re şandin. Demîrtaş û Zeydan, di peyamê de diyar kirin ku AKP ne Metalê Westiyayî, bi jahriya metanê ketiye.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta vekirina sala nû ya zagonçêkirinê ya meclîsê xwestin li ber Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê daxuyaniyê bidin. Ji ber ku polîsan barikat li pêş parlamenterên HDP'ê danî, wekîlên HDP'ê li pêş barîkata polîsan daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan, ji Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê peyam ji koma meclîsê ya HDP'ê re şandin. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir peyama Demîrtaş û Zeydan xwend.    Demirtaş û Zeydan diyar kir ku AKP ketiye pêvajoya têkçûn û belavbûnê. Demîrtaş û Zeytan di peyamê de anîn ziman ku AKP ne Metalê Westiyayî, dijberî vê yekê bi Jahrîya Metanê ketine.    Peyama Zeytan û Demîrtaş wiha ye:  "Berî her tiştî hem hemû wekîl û gelê xwe silav dikin. Meclîsa Tirkiye bi wekîlên girtî deriyê xwe li sala nû vedike. Wekî şerma herî mezin derbasî rûpelên dîrokê bûye. Kesên behsa vîna gel û pirozbûna wê dikin ew bi xwe vîna gel binpê dikin û nabînin. Yên ku em şandine girtîgehê ne dadgeh in. AKP, MHP  û komek wekîlên CHP'ê ye. Heta niha darizandinek adîl û hiqûqî pêk nehatiye. Yên ku hewl didin HDP'ê perçe bikin ew bi xwe perçe dibin. Bi hezaran hevalên me girtî ne. Bi milyonan jî hevalên me li derve di ber xwe didin. HDP her ku diçe mezin dibe û bi hêz di ber xwe dide. Lê AKP xwe wekî bi hêz nîşan dide, lê perçe bûye û riziya ye. Tişta ku AKP dijî ne Metalên Westiyayî ye. Jahrîbûna metanê ye. Em dibêjin çi dibe bila bibe em dê teqez bi ser bikevin.    Selahattin Demirtaş û Abdullah Zeydan"