Bang li Kiliçdaroglû û Akşener kir: Ger hûn deng dernexin, wê we jî bigirin 2020-09-26 11:59:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Lêkolîna Ewrasya Kemal Ozkîraz, derbarê “lêpirsîna Kobanê” ya piştî 6 salan li HDP’iyan hat vekirin de, ji Kiliçdaroglû û Akşener re got: “Ger îro hûn li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe dernexin, wê we hemûyan bigirin.”    Serokê Lêkolîna Ewrasya Kemal Ozkîraz, “lêpirsîna Kobanê” ya piştî 6 salan hat destpêkirin û HDP’î di vê çarçoveyê hatin binçavkirin, nirxand. Ozkîraz, li ser qenala xwe ya Youtubê operasyona  li dijî HDP’ê nirxand û bang li Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Seroka Giştî ya ÎYÎ Partî Meral Akşener kir.    Ozkîraz, banga hestiyariyê li Kiliçdaroglû û Akşener kir û wiha got: “Ev kirîneke ne hiqûqiye. Divê mûxalefet vê yekê îtîraz bike. Ev desthilatdariyê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, kî bigire, min yek bi yek nivîsandibû. Di wê lîsteyê de, îro yên girtîne  hene, yên hatin binçavkirin jî hene û her kes heye. Enîs Berberoglû jî hebû. Niha ez dîsa dibêjim, wê Kemal Kiliçdaroglû jî bigirin. Dê Meral Akşener jî bigirin. Ger hûn îro li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe dernexin, wê we hemûyan bigirin.”