'Di dawiya dawî de dê berxwedan bi ser bikeve' 2020-09-26 10:08:31 ENQERE - Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Garo Paylan ên têkildarî lêpirsîna Kobanê ku dozger der barê wan de fezleke amade kirin bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Taliya talî dê berxwedan bi ser bikeve. Niha dem dema ku her kes li HDP’ê û siyaseta demokratîk xwedî derkeve ye."    Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, piştî 6 salan têkildarî bûyer û çalakiyên 6-8'ê Cotmehê yên ji bo Kobanê, der barê 82 kesan de biryara binçavkirinê dan. Dozgeriyê der barê 7 endam û rêveberên Navendî ku parlamenterên berê û yên niha yên HDP’ê ne jî fezleke amade kir û xwest bên binçav kirin. Parlamenterên HDP'ê ku dozgeriyê der barê wan de fezleke amade kiriye Meral Danış Beştaş û Garo Paylan, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, anî ziman ku 5 salin bi rêk û pêk li dijî HDP’ê girtin, binçavkirin û ceza qet ranewestiya ne û wiha got: "Her roj li dijî endam û rêveberên me yên navçe û bajaran operasyonên binçavkirin û girtinê hene. Wekî ku HDP rêxistina sûc e nîşan didin. Dixwazin civakê bixapînin. Îqtîdarê çalakiyên 6-8'ê Cotmehê wekî kampanya hilbijartinê girt dest. Bûyerên 6-8'ê cotmehê di sala 2014’an de pêk hatin. Em niha di sala 2020'an de ne. Di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de heta ku Serokomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan negot 'Kobanê ket û dikeve' kes nemir. Piştî vê gotinê mirov mirin. Em wekî partî helwesta me ya li dijî DAİŞ’ê nehatiye guhertin. Dozên wê demê li dijî Rêveberiya me ya Navendî vebû bi sûcdariya ‘meş û xwepêşandanan' vebû. Di navbera 1-3 salan de ceza xwestin. Sûc li holê tune bû. Lê piştî 6 salan tiştekî nu ava kirin. Îqtîdar dixwaze bi destê darazê HDP’ê îlegalîze û bê tesîr bike. Em aştî û ew şer dixwazin."    'EV ÊRÎŞ LI DIJÎ HER KESAN E'   Beştaş, destnîşan kir ku ev êrîş li dijî hemû kesan pêk hatiye û wiha lê zêde kir: "Ev êrîş li dijî hemû kesan pêk hatiye. Li dijî hêzên muxalif, hêzên civakê û demokrasiyê pêk hatiye. Em partiya 3'yemîn a Tirkiyeyê ne. Xwedîderketina HDP’ê xwedî derketina pêşeroja Tirkiyeyê ye."       PAYLAN: BERXWEDAN DÊ SI BER BIKEVE'    Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û Berpirsiyarê Aboriyê Garo Paylan jî anî ziman ku her îqtîdar lawaz dibe êrîşî HDP’ê dike û wiha axivî: "Demokratiya Tirkiyeyê carek din birîn bû. Bertekên li dijî vê operasyonê gelek zêde ye. Bi qasî îqtîdarê dixwest encam bi dest nexist. Ew di mijara zilmê de bi înad in. Em jî di berxwedanê de bi înad in. Lê dawiya dawî dê berxwedan bi ser bikeve. Em li benda operasyonek wisa mezin bûn. Tirkiye di milê aborî û siyasî de qeyranek kûr dijî. Ji ber vê yekê dixwaze di nava civakê de berberiyê çêke û perçe bike. Dixwaze dijmin ava bike. Di mijara Libya, Suriye, Ege û Derya Spî ya Rojhilat de siyaseta Tirkiye têk çû. Di serî de li dijî HDP, gelê Kurd, gelên din û hemû hêzên demokrasiyê êrîşek berfireh plan dikin. Piştî civîna MGK'ê ev operasyon dest pê kirin. Dixwazin hişê 'Vay em HDP’ê xelas dikin' pêş bixin. Lê ez bawer dikim ku ev operasyon dê tersê wê be. Dê bibe xelasiya wan."    Paylan, da zanîn ku ji bo rastiya bûyerên Konabê ronî bibe bi dehan caran pêşniyarên lêpirsînê dane meclîsê, lê rastiya vê yekê nehatiye lêkolînkirin û wiha bi dnawî kir: "Em ê li dijî derewên AKP'ê yên der barê bûyerên 6-8'ê Cotmehê de her tim rastiyan vebêjin. Yên winda kirin bi provokasyonan li ser piyan dijîn. Li gelek bajaran kontr gerîlla ketin nava tevgerê û gelek welatî înfaz kirin. Ji bo em derewên AKP’ê ronî bikin çi ji destê me bê em ê bikin. Ji bo li Tirkiye ji nûve demokrasî pêş bikeve û xurt bibe, divê em hemû mil bidin hev. Dem dema ku em bi hevre li demokrasiyê xwedî derkevin e."