Aydenîz: Plana çalakiya me li dijî faşîzmê bêhnstendin e 2020-08-26 12:37:11 WAN – Şandeya KCD’ê û DBP’ê li Wanê serdana rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî kir. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di serdanê de got bernameya wan li dijî faşîzmê bêhnstendin e û sedema krîzê jî tecrîd e.    Şandeya ku ji Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê pêk tê li Wanê serdanên xwe yên di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de didomînin. Şande bi nûner û rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî re di civîna taştê de diciviyan û mijarên di rojevê de nirxandin.    ‘HEWLDANA ME LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BÊHNSTENDIN E’    Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di civînê de diyar kir ku Tirkiye dixwaze pergala xwe bi faşîzmê birêve bibe û bernameya sê qonaxî ya HDP’ê da destpêkirin bêhnstandinek e li dijî faşîzmê. Aydenîz da zanîn ku ew hem li Kurdistanê hem jî li rojavayê Tirkiyê hevdîtina û serdanan dikin û sedama van serdan û hevdîtinên wan ew e ku li dijî polîtîkaya zextan a li ser sazî û dezgehan bibin yek. Aydenîz destnîşan kir ku îradeya gelê kurd di bin zextan de ye û îqtîdar dixwaze îrade û destkeftiyên gelê kurd ji holê rake. Aydenîz her wiha bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got sedemê krîzên li Tirkiyê diqewimin jî tecrîdkirina Ocalan û tenê ne Ocalan tevahiya civakê hatiye tecrîdkirin.    Piştî axaftina Aydenîz civînê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.