HDP: Em kesên ku çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtine nelet dikin 2020-08-20 11:59:51   ENQERE – MYK’a HDP’ê derbarê 4’emîn salvegera komkujiya Dîlokê de daxuyaniyeke nivîskî da û kesên komkujiyê pêk anîn, hêzên pişt komkujiyê, feraseta piştgirî daye komujiyê, li gel bi dehan îstixbaratê kesên komujiyê asteng nekirin û çavê xwe jê re girtin, nelet kir.    Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê, bi munasebeta 4’emîn salvegera komkujî Dîlokê ku DAIŞ’ê di 20’ê tebaxa 2016’an de li dijî dewetekê pêk anî û 56 kesan têde jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî da.   Daxuyaniya MYK’ê wiha ye:    “Li vê axê kîjan dema ku hêviyên aştiyê şîn bibin, rêya ku diçe aştiyê, dibe hedefa mihraqên tarî. Komkujiya Dîlokê jî tam komkujiyeke bi vî rengî bû. Di pêvajoya ku ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd gavên bibiryar dihatin avêtin de pêk dihat. Di şeva roja ku KCK’ê deklerasyona muzakere û çareseriyê aşkera kir de dewet welatiyên kurd hat bombekirin. Bi ser de jî ev ne cara yekemîn bû.   ÇAV JI KOMKUJIYÊ RE HATIN GIRTIN   Kesên ku nexwestin li Tirkiye û Rojhilata Navîn gel di nav aştiyê de bijîn; kesên ku plan kirin bi şer û xwînê emrê xwe yê siyasî dirêj bikin, çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtin. Wekî ku çavê xwe ji komkujiyên Enqere û Amedê re girtin.    EM DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN   Lê li Tirkiyeyê, li gel hemû êrîş, komkujî, zilm, girtin û tundiyê bi milyonan kesên ku ji israra aştiyê venagerin hene. Va ew milyon, hêviya vê xakê ne. Wê HDP,  bi milyonên ku dev ji aştiyê bernadin re qet dev ji têkoşînê bernede. Em kesên komkujiyê pêk anîn, hêzên pişt komkujiyê, feraseta piştgirî da komujiyê, li gel bi dehan îstixbaratê kesên komujiyê asteng nekirin û çavê xwe jê re girtin, nelet dikin. Kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”