Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin

  • rojane
  • 18:39 16 Hezîran 2024
WAN - Li navçeya Elbakê 28 pezên xwe ji zinar avêtine mirin.
 
Li navçeya Elbaka Wanê 28 pezên ku xwe ji zinarê ku nêzî 60 metre bilind avêtine xwarê, mirin. Bûyer li gundê Koçdagi qewimî. Şivanê pez diçerand dît ku 28 pez ji kerî kêm bûne. Bi ser vê yekê pezên winda hatin gerîn û hat zanîn ku 28 pez xwe ji zinar avêtine xwarê.