• img

    Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin

    • jin
    • 12:01 26/11/2020

    Leyla Ozturk a li Tarsûsê dijî ji aliyê Sebahattîn Ozturk ê li Xarpêtê cerdevaniyê dike ve hat kuştin.

  • img

    Di bin dorpêça polisan de çalakiyên 25’ê Mijdarê: Dema meşa ber bi azadiyê ve ye

    • jin
    • 16:51 25/11/2020

    Li Qoserê, li ser navê jinên ku li gel astengiya polisan jî meşiyan Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî û diyar kir ku dema meşa ber bi azadiyê ve ye û ev tişt got: “Em ê destûr nedin ku kes qedera me diyar bike.” Li Êlihê jî jinên ku meşa wan hat astengkirin zincîra mirovan çêkirin.

  • img

    Li Kobanê 25'ê Mijdarê: Têkoşîna me her roj li dijî tuneyê ye

    • jin
    • 16:48 25/11/2020

    Li Kobanê jin bi boneta 25'ê Mijdarê daketin qadan. Esma El Kino li ser navê jinan axivî û got: "Heya ku tundiya li dijî jinan bi dawî bibe emê têbikoşin. Em hemû rojên xwe, weke roja têkoşînê ya li dijî tundiyê îlan dikin."

  • img

    Jin li dijî şidetê gotinên xwe û têkoşîna xwe mezin dikin

    • jin
    • 15:13 25/11/2020

    Sazî û dezgehên jinan di çarçoveya çalakî û şahiyên 25’ê Mijdarê de li dehan navendan daketin qadan, daxuyanî dan çapemeniyê û çalakî li dar xistin. Jinên ku gotin û têkoşîna xwe kirin yek gotin: “Ji bo em xwişkek xwe jî bi tenê nehêlin, em ê vê têkoşînê mezin bikin.”

  • img

    Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê dan

    • jin
    • 15:09 25/11/2020

    Di salekê de 1841 jinan serî li Tora Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ku li Amedê xebatên xwe dimeşîne dan. Li Amedê ku 11 jin lê hatin qetilkirin û 15 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan, 657 jinan ji bo hevjinê xwe berdin û 770 jinan jî ji bo mafê parastinê serî li Torê da.

  • img

    Tanrikulu: Mêran di 10 mehan de 246 jin kuştin

    • jin
    • 13:15 25/11/2020

    Parlamenterê CHP'ê yê Stenolê Sezgin Tanrikulu, bi minasebeta 25'ê Mijdarê rapora karneya meclîsê ya jinê aşkere kir. Tanrikulu, anî ziman ku di zagonên li meclîsê hatin qebûlkirin de navê jinê tune ye û wiha got: "Li Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê de bi giştî 57 saniyeyan li ser cînayetên jinan axaftin hatin kirin. Di 10 mehên ewil ên 2020'an de 246 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin. 151 jin bi guman mirin. Bi giştî 397 jin hatin kuştin."

  • img

    Wekilên jin ên HDP'ê: Bila tundiya li dijî jinê bê lêklînkirin

    • jin
    • 12:45 25/11/2020

    Wekilên jin ên HDP’ê, pêşniyarnameyên cuda dan meclîsê û xwestin tundî û binpêkirina li dijî jinê bê lêkolînkirin.

  • img

    Ji siyasetmedarên jin ên girtî peyama 25'ê Mijdarê

    • jin
    • 11:48 25/11/2020

    Siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Kandirayê girtine, bi boneya 25'ê Mijdarê peyam şandin û bal kişandin ser têkoşîna li dijî tundiyê.

  • img

    Berktay: Pergala Hevserokatiyê ji bo jinan çavkaniya hêzê ye

    • jin
    • 11:45 25/11/2020

    Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Berktay, anî ziman ku AKP dixwaze civakê li dora malbatê li gorî xwe bi teşe bike û ji bo vê yekê jî jina li pêş pergala wê dibe asteng dike hedef. Berktay, destnîşan kir ku pergala serdest dixwaze jin û civaka ku li pêş pergala wê dibe asteng dixwaze dîl bigire. Berktay bal kişand ser pergala Hevserokatiyê û got: "Pergala Hevserokatiyê ji bo jinan çavkaniya hêzê ye."

  • img

    Ji qeyûmê Wanê afîşên zayendperest ên 25’ê Mijdarê

    • jin
    • 11:37 25/11/2020

    Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye afîşên bo boneya 25’ê Mijdarê li bîllboardan daliqand peyamên zayendperest dide.

  • img

    Aşkin ya ku ji ber tahdeya mêrî seqet bû, bersiva Soylû da: Arvanê xwe li aş dike

    • jin
    • 09:11 25/11/2020

    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû derpêş kiribû ku jinên tahde li wan tê kirin serî li qereqol û midûriyetên polîsan nadin. Handan Aşkin ku bi tahdeya mêrî re rûbirû mabû, bersiva Soylû da û got: "Arvanê xwe li aş dike. Min sê caran serlêdan kir, lê we ez neparastim. Gelo haya te jê heye?"

  • img

    'Faşîzm ji dengê bilind û biryardariyê ditirse'

    • jin
    • 09:10 25/11/2020

    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz got "Faşîzm ji dengê bilind û biryardariyê ditirse" û anî ziman ku qirkirina li hemberî jinan tu hidûd û sînoran qebûl nake, lê belê jin bêyî paşve gav bavêjin têkoşîna xwe didomînin.

  • img

    Dayikên Aştiyê ji girtiyan re kartên piştevaniyê şandin

    • jin
    • 14:10 24/11/2020

    Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin.

  • img

    HDK’ê banga 25’ê Mijdarê kir

    • jin
    • 13:45 24/11/2020

    Meclîsên Jinan a HDK’ê bang li jinan kir ku 25’ê Mijdarê li qadan bin û gotin ew ê serî li ber tundiya “zilam-dewletê” netewînin.

  • img

    Têkoşîna jinan nîqaş kirin

    • jin
    • 13:17 24/11/2020

    Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinan a HDP’ê û Berdevka Jinan a Partiya Keskan a Almanyayê Rîcarda Lang di civîna onlînê de, derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan fikir û ramanên xwe parve kirin.

LÊGERÎN