Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 15:44 17 Mijdar 2021
  • |
img

DÎLOK - Li navçeya Şehîtkamîlê ya Dîlokê Neslîhan Kaya û li navçeya Oguzelî ya Dîlokê jî Meral Mas di heman rojê de ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. 

 
Hat zanîn duh li taxa Belkîs a navçeya Şehîtkamil a Dîlokê li zeviyeke vala cenazeye Neslîhan Kaya (41) ku bi îşkenceyê hatiye qetilkirin hatiye dîtin. Cenazeyê Kaya piştî otopsiyê temam bû radestî malbatê wê hat kirin. Kaya li taxa Hisar a navçeya Nurdagi hat definkirin.
 
Li aliyê din di heman rojê de li navçeya Oguzelî Meral Mas a 31 salî ji aliyê hevjînê xwe Hasan Mas ve bi çekê bi giranî birîndar bû. Mas ku ekîbên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Oguzelî û li vir jiyana xwe ji dest da. Hasan Mas ê ku hevjîna xwe qetil kir hat binçavkirin.