Dadgehê çalakiyên Gokkan tevlî bûye weke 'gef' hesiband

  • jin
  • 11:20 11 Mijdar 2021
  • |
img
AMED - Di biryara bihincet a derbarê Berdevka Demkî ya TJA'yê Ayşe Gokkan de ku 30 sal ceza lê hatibû birîn de tevlîbûna çalakiyan a Gokkan weke "gefa micid a li jiyana demokratîk" hatiye hesibandin. 
 
Di 20'ê cotmehê de di danişîna doza ku bi angaşta "rêveberin û endamtiya rêxistinê" li Berdevka Demkî ya TJA'yê Ayşe Gokkan hatibû vekirin de ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve 30 cezayê girtîgehê li Gokkan hatibû birîn. Biryara bihincet a cezayê ku li Gokkan hatiye birîn hat aşkerakirin. di biryara bihincet de tevlîbûna Gokkan a çalakiyan, axaftinên ku kirine, xebatên wê yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), endamtiya wê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) û Komeleya Jinan a Rosayê ku bi destûra walîtiyê hatine vekirin weke hincet hatine nîşandan. 
 
Beşdariya Gokkan a ji bo daxuyaniya derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de, Gotina "Kurdistan" a Ayşe Gokkan a li daxuyaniya ji bo şermezarkirina "zagona înfazê û tundiya li ser jinê" ya ji aliyê TJA û Komeleya Jinê ya Rosayê ve di 16'ê Gulana 2020'î de li Yenişehira Amedê hatibû dayin jî di nava biryara bihincet de cih girtin. Di biryarê de angaştakirin ku çalakî "bi armanca propagandaya rêxistinê" hatiye kirin. 
 
Di 2011'an de dema Ayşeyê Seroka Şaredariya Nisêbînê bû di çarçoveya bêîtiatiya sîvîl de "Konê Çareseriya Demokratîk" hatibû vedan. Di biryarê hatiye angaştkirin ku di vî konî de "Propagandaya rêxistinê" hatiye kirin. Lê ji vê dosyayê Gokkan berat kiribû û dadgehê jî ev îtiraz qebûl kiribû. Gokkan, diyar kiribû ku ev kon bi destûra walî û qeymeqam hatiye vedan. 
 
Her wiha gotinên Ayşeyê yên li dijî êrişên li ser Efrînê û nepoşmaniya wê wekî sûc hat dîtin. 
 
Dadgehê, di biryara xwe de tevlîbûna çalakiyan a Gokkan weke "gefa micid a li jiyana demokratîk" hesiband.