Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin

  • jin
  • 12:11 5 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afganistanê 4 aktîvistên jin mirî hatin dîtin. 
 
Li Afganistanê ku di 15'ê tebaxê de Talîbanê welat kontrol kir, 4 aktîvîstên jin hatin kuştin. Cenazeyê Foroûzan Safî ku nasnameya wê diyar bûye û 3 aktîvîstên din li çaleke nêzî bajaroka Khalid ibn al-Walid a bajarê Mezar-i Şerîf hat dîtin. Hat diyar kirin ku Foroûzan Safî ku di têkoşîna jinan de cih giritye li zanîngeheke taybet a li bajarê Mezar-i Şerîf ders daye. 
 
Hat diyarkirin ku Talîbanê têkildarî mijarê daxuyanî nedaye.