Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e

  • jin
  • 12:10 5 Mijdar 2021
  • |
img

WAN - Edîbe Babûr a dema li Wanê hat binçavkirin û gotibû ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’ wiha got: “Ev gotin ne ya min tenê ye, gotineke ku her kurdê birûmet dibêje ye. Ji bilî berxwedan û serîhildanê tu alternatîfa kurdan nîne.”

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê têkildarî “darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê” ya ser partiya xwe xwest ku li Kolana Hunerê daxuyaniyê bide lê polîsan mudaxile kiribû. Di mudaxileyê de polîsan li gelek kesan dabûn û gelek kes jî binçavkiribûn. Di nava kesên hatibûn binçavkirin de endama Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) Edîbe Babûr jî hebû. Babûr dema hatibû binçavkirin gotibû “Kurd ji we re serî natewînin” li ser vê yekê du polîsan hewl dabû ku serê Babûr bitewînin lê Babûr nehiştibû. Babûr a piştî kirariyên miduriyeta polîsan hat berdan wiha got: “Gotina ‘kurd wê serî ji we re netewînin’ ne tenê gotina min gotina her kurdekî birûmet e.”
 
 
Babûr a beriya niha hevserokatiya HDP’ê ya navçeyên Rêya Armûşê û Tûşbayê kiribû û niha di rêveberiya TUHAY-DER’ê de cih digire diyar kir ku weke her jineke kurd hişmendiya kurdayetiyê di zarokatiyê de avabûye. Babûr, bi lêv kir ku dema zarok bû ji pirsa dayika wê ya “Em kî ne?” re bersivên dirêj didan û anî ziman ku ji aliyê dayika xwe ve bi vê hişmendiyê hatiye mezinkirin. 
 
TÊKOŞÎNEKE KU JI CÎHANÊ RE BIBE MÎNAK
 
Babûr, da zanîn ku ji 2013’an ve bi awayekî aktîf di nava siyasetê de cih digire û wiha got: “Weke jineke kurd salên dirêjin di nava têkoşînê de cih digirim. Îro li cîhanê jinên kurd mînak in û ya dikeve ser mile me ew e ku em di wê rêyê de bimeşin. Divê her jineke kurd di nava vê têkoşînê de be. Divê li malê bi hînkirina zarokên xwe yên kurdî dest pê bikin. Ji ber ku têkoşîn pêşî li malê dest pê dike.”
 
‘EM Ê HER TIM SERBILIND BIN’
 
Babûr, kêliya ku hat binçavkirin wiha vegot: “Me xwest darbeya siyasî û doza girtinê ya li dijî HDP'ê şermezar bikin. Ev protesto mafê me yê xwezayî bû. Tevî ku hevalan ji bo çalakiya protestoyî û daxuyaniya çapemeniyê gelekî muzakere kiribûn jî, polîsan êrîş kirin. Gotina ‘kurd wê serî ji we re netewînin’ ku min di wê kêliyê de got ne tenê gotina min gotina her kurdekî birûmet e. 
Dema polîsan êrîşî hevalên me yên jin kirin, em bi serê xwe yê bilind li ber wan rabûn. Dema xwestin serê min bitewînin, mîna her kurdekî ez jî li dij derketim. Em ê her tim bi serbilindî têbikoşin. Di sala 2016’an de li Cizîrê Mehmet Tûnç gotibû, “Em ê şehîd bibin lê em çok nadanin”. Ev gotin niha di hişê her kurdekî de cih girtiye. Ji bilî berxwedan û serhildanê tu alternatîfeke kurdan nîne. Ji ber ku em têkoşîneke bi rûmet didin.”
 
POLÎSAN DI WESAYÎTÊ DE LÊ DAN
 
Babûr, bi lêv kir ku piştî hat binçavkirin 4 saetan di otobûsa binçavkirinê de hat sekinandin û polîsên ku ew binçavkirin  bi kaskên xwe li wê dane. Babûr, destnîşan kir ku rapora lêdanê girtiye û diyar kir ku ‘ez giliyê kê li kê bikim’ û giliyê polîsan nekiriye.