Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin

  • jin
  • 09:06 4 Mijdar 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Li Şirnexê jînên ku xebat û çalakiyên wan tên astengkirin diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya li qadan mezintir bikin û gotin : "Wê hêza wan têrê neke ku me hepsî malê bikin." 

Li Şirnexê û navçeyên wê ji bilî AKP’ê çalakiyên hemû sazî û dezgehên sivîl ên civakî bi hinceta qedexeya walîtiyê tên qedexekirin û astengkirin. Li bajêr herî zêde jî çalakiyên jinan tên astengkirin. Daxuyaniyên jinan ên têkildarî taciz, destdirêjî û tiryakê bi "qedexeya" walîtiyê tên qedexekirin. Jinên ku guh li van qedexeyan nakin jî piştî çalakiyan derbarê wan de lêpirsîn tên destpêkirin. 
 
'EM NAHÊLÎN YEK JI ME JÎ KÊM BIBE' 
 
Ji endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Hezexê ku di heman demê de endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP'ê ye Elfesya Nas ku ji peywirê hatiye girtin diyar kir ku çalakiyên wan ê herî demokratîk tên îlegalîzekirin û wiha axivî: "Çend heftî beriya niha li min geriyan. Ji min re gotin ku îfadeyê te heye û divê tu bê emniyetê. Piştî ku ez çûm emniyetê hîn bûm ku derbarê çalakiya ku me ji bo bîranîna Mîraç Mîroglu li dar xistibû de ye. Pirsên cur bi cur kirin. Û gotin 'armanca we ya li wir çi bû?' Armanca me ya li wir aşkere bû. Me jinan xwest ku li dijî vê bûyerê berteka xwe nîşan bidin. Lê em her çi qas bixwazin ku vî mafê xwe bi kar bînîn jî, lê em asteng kirin. Bi hinceta ku qedexeya walitiyê heye destûr nadin. Dixwazin ku me di cihekî de teng bikin. Naxwazin dengê me ji bîneyan pêvetir biçe. Lê em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Di holê de zarokeke ku hatî qetilkirin heye. Lê ji bo vê tiştek nayê kirin. Di van demên dawiyê de li herêma me taciz, destavêjî û tundî heye. Em nêçar in van bînîn rojevê. Ji bilî nasnameya partiyê em jin in. Çalakiyên partiyên din bi tevlîbûna polîsan tên lidarxistin. Lê em ji vî mafê xwe bêpar in. Em dev ji xebatên xwe û têkoşîna xwe ya jinê bernadin. Em naxwazin ku tenê jinek jî ji me kêm bibe. Dê li her derî çalakiyên me bidomin."
 
'EM WAN NAS DIKIN'
 
Ji Meclîsa Jinan a HDP'ê Medya Hezer jî anî ziman ku bi lêpirsînan û girtinan tê armanc kirin ku qadên têkoşîna wan bên tengkirin û got : "Min ji ber ku li ser hesabên civakî navê Zîlanê tenê parve kir, derheqê min de lêpirsîn hat vekirin. Ez dema ku çûm emniyetê û min îfadeyê xwe dayî gelek tundiya psîkolojîk kirin. Bi van rêbazan dixwazin ku jinan ji têkoşînê dur bikin û jinan di malê de bihêlin. Dixwazin ku jin li hemberî neheqiyan bêdeng bibin û li gorî wan bijîn. Lê ev daxwaziya wan wê tu caran pêk neyê. Li herema me ne tenê mafê jinan, mafê her kesî tê binpêkirin. Ji ber vê jî em ê her tim li qadan bin. Em êdî hînî van astangiyên wan bûne. Em wan nas dikin û em ê li hemberî wan û hişmendiya wan têkoşîna xwe bidomînin." 
 
'EM JI WAN NATIRSIN'
 
Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP'ê Asûman Kulter a ku ji peywira hatiye dûxistin da zanîn ku li dijî her astengiyan ew li qadan li ber xwe didin û got: "Ez heta niha 2 caran ji bo îfadeyê çûm. Ev jî ji ber ku di bernameyeke de li ser navê TJA'yê min axivî bû daxwaz kirim. Ev veguherandin dozê. Min di wê bernameyê de jî li ser jinan û ciwanan axivî. Min gotibû ku divê li dijî tiryakê, fuhuş û tacîzê malbat zarokên xwe biparêzin. Ez li ser têkoşîna jinê tenê axivîbû. Sucekê ku min kirî tune bû. Lê ez ê heta dawiyê jî têbikoşim. Bi van pêkanînan dixwazin ku li ser me êrişên derûnî dikin. Lê belê em ji wan jî û polîtîkayên wan jî natirsin. Daxwaz dikin ku em biçin malê weke koleyan jiyan bikin. Lê îro ne roja koletiyê ye, roja berxwedanê ye. Em ê bi hêztir bibin û têkoşîna xwe mezintir bikin." 
 
'PERGALA HEVSEROKATIYÊ HEDEF DIGIRIN'
 
Hevşaredara HDP'ê ya Hezexê ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin Songul Erdem jî da zanîn di her qadên civakî de li ser jinan êrîş dikin û got: "Ji roja ku qeyûm tayinî şaredariyê kirine heta niha der heqê min de 4 lêpirsîn vekirine. Ev lêpirsîn hemû jî ji ber ku ji ber projeyên jinan ên şaredariyê ne. Ji bo ku kar û xebatên jinan neyên meşandin bi zanebûnî wisa dikin. Ji bo ku jin di şaredariyan de û saziyên dewletê de cih negirin pergala hevserokatiyê hedef digirin. Dema ku ji bo îfadeyê gazî min kirin, ji min re gotin, 'Hevserokatî li gel me nîn e û em qebûl nakin.' Lê min ji wan re got, 'Ji me re pergala hevserokatiyê heye û wê hebe jî' di her lêpirsînê de jî ji min re projeyên me yên jinan dipirsin. "
 
'EM Ê BITÊKOŞIN' 
 
Erdem, bilêv kir ku ew ê di her şert û mercan de ji bo bi dawikirina hişmendiya serdest li ber xwe bidin û wiha domand: "Dixwazin ku ciwanên me ji xwe re bikin amûr û bi kar bînin. Lê heta ku ji destê me were em ê li dijî van polîtîkayên ku nirxên civakê tune dikin bitêkoşin. "
 
MA / Zeynep Dûrgût