Li Girê Spî 3 jin hatin revandin

  • jin
  • 16:29 3 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, li ber Klînîka Dr. Rakan a li bajarê Girê Spî 3 jin revandin
 
Hat diyarkirin ku li ber Klînîka Dr. Rakan a li Girê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 jin hatin revandin. Li gorî nûçeya ANHA’yê 3 jinên li klînîkê bûn ji aliyê hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê hat revandin. 
 
Navên du jinan nehat zanîn lê hat hînbûn ku jinek Seher Mihemed El-Xelûf a ji navçeya Hemam Turkmam a girêdayî bajarê Girê Spî ye.