Ji TJA'yê daxuyaniya Gezer: Em polîtîkaya tepisandina qebûl nakin

  • jin
  • 15:13 29 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED - TJA'yê têkildarî girtî Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê îşkence dît û destdirêjî wê hat kirin daxuyanî da û ev tişt got: "Di şexsê Gezer de, me polîtîkaya çavtirsandin û tepisandinê ya li jinên kurd qebûl nekir û ji niha şûn ve jî em ê qebûl nekin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî rewşa girtî Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê gardiyan îşkence lê kiribûn û piştre tacîz û dest dirêjî wê kiribûn daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca êrişê hêza guherîner a têkoşîna jinan e û ev tişt hat gotin: "Têkoşîna jinên polîtîk bi destê darazê tê krîmînalîzekirin. Nûçeyên ku rojên borî di çapemeniyê de derketin bû sedem ku herkesê ji xwe re dibejim mirov şerm bike. Desthilata van pêkanînên dijî mirovahiyê dike meriyetê. Me "dûwarên" malên xwe şikandiye û derketin kuçeyan. Kesên ku difikirin dûwarên girtîgehan me têk bibin di nav şaşiyeke dîrokî de ne. Ji bo dîtina vê rastiyê tenê li raboriyê binêrin bes e. 
 
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê jin azadiyê biqîrin û ev tişt hat gotin: "Di şexsê Gezer de, me polîtîkaya çavtirsandin û tepisandinê ya li jinên kurd qebûl nekir û ji niha şûn ve jî em ê qebûl nekin."